Fraksiyona Jinên Iraqê êrîşên ser Rojava şermezar kir 2026-01-27 15:51:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Fraksiyona Jinên Iraqê binpêkirinên giran ên li dijî jinên Kurd li Rojava şermezar kir û diyar kir ku ew piştevaniya jinên Kurd dikin her wiha ji bo bilindkirina têkoşînê bang kir.   Fraksiyona Jinên Iraqê têkildarî êrîşên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê yên li ser Rojava ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin, daxuyaniyek weşand.   Fraksiyonê diyar kir ku şerê li Sûriyeyê gefê li aramî û ewlehiya jinan dixwe, da zanîn ku tiştên li Hesekê, Dêrazor û Reqayê hatine jiyîn û bêrêziya li hemberî şervanan, binpêkirina peymanên mirovî û navneteweyî ye.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   “Herêm di pêvajoyeke zor ku krîzên siyasî û ewlehiyê ketine nava hev de, bi mudaxeleyên derve tevlîhevtir bûye. Di nava şer û pevçûnan de jinên Sûriyeyê rûbirûyî zoriyên qat bi qat in.”   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku domandina şer û operasyonên li Sûriyeyê bandorek neyênî li welat kiriye û reşwek cidî ku gefê li ewlahiya jinên Sûriyeyê dixwe heye û wiha hat gotin: “Jinên Sûriyeyê bûne mexdûrên van pevçûnan. Li bajarên Hesekê, Dêrezor û Reqayê li dijî cenazeyên şervanên jin, li dijî jin û zarokên Kurd gelek binpêkirin çêbûn. Ev yek li dijî hemû peymanên mirovî û navnetweyî ye û rewşeke ku nayê qebûlkirin e.”   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kêmar bi awayekî sîstematîk tên hedefgirtin û ev yek jî rê li ber windabûna hesta aramî û ewlehiyê vedike, di heman demê de bandoreke neyênî li zarokan kiriye û wiha hat gotin: “Divê bi lezgînî mudaxele li vê rewşê were kirin divê kiryar hesab bidin û werin darizandin. Divê qada ewlehî û destekdayînê bê avakirin, rêgeza welatîbûna wekhev were bicihanîn. Rêz li pirrengiyê were girtin û çanda jiyana bi hev re were pêşxistin.”   Fraksiyona jinên Iraqê tiştên li herêm û bajarên Sûriyeyê hatin jiyîn şermezar kir, bang kir ku ji bo hevrubûna bi van zoriyan re divê serweriya mafên mirovan û hiqûqê were bihêzkirin, destekdayîna çareseriyên aştiyane û di nava aliyên neteweyî, herêmî û navneteweyî de yekîtiya kar bê bilindkirin.   Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku divê bi taybetî mafên jin û zarokan werin parastin, ewlehiya wan were pêkanîn, Sûriye bibe welatekî demokratîk û aştiyane ku mafên hemû beşan tê de were parastin.