Gelê Rojava li taxên xwe nobetê digirin 2026-01-28 00:27:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Rojavayê Kurdistanê li nuqte û bendên xwe ne, parastina taxên xwe li hember gef û gurên heyî dikin.   Gelê Rojava, li ser bingeha seferberiya giştî ya parastina tax û kolanên xwe, bi awayekî komî û tabûran rêxistinên xwe dewam dikin, di nobedariyê de ne.   Ev kom li ziqaq, kolan û taxan belav dibin, bi ruhekî berpirsiyarî û hevgirtinî tev digerin. Nuqte û bendên kontrolê li nava bajêr û têketinê danîne.