Şoreşgera Katalan: Jinên kurd ji bo hemûyan berxwe da dor a me ye 2026-01-28 09:05:25   Derya Ren   NAVENDA NÛÇEYAN - Şoreşgera Enternasyonalîst Dîana Montseny diyar kir ku divê li dijî êrîşên li ser Rojava, Katalonya piştgiriyê bide û wiha got: “Jinên Kurd ji bo me hemûyan têkoşîn da. Niha dora me ye.”   Dîana Montseny ku li Ispanyayê yek ji jinên têkoşîna nasname û ziman dide heta 2014’an de di tevgera femînîst de cih girt. Di 2014’an de Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinên Kurd destpê kir nas kir. Şoreşgera enteranasyolîst ya li Barselona ya Ispanyayê xebatên dîplomasiyê dimeşîne, êrîşên li ser Kobanê nirxand.   ‘Divê em Rojava biparêzin’   Dîana Montseyn daxuyakirin ku di serî de ji bo Kobanê û hemû Rojava her kes dakevin qadan û wiha dirêjî dayê: “Divê ev êrîş neyên qebûlkirin. Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû mirovahiyê girînge. Kobanê xwedî pratîkeke ku zîhniyeta DAIŞ û baviksalariyê heps kiriye. Me berxwedana dîrokî ya 2014’an a li Kobanê dît. Wek jin, wek mirovên demokratîk ji bo jiyanek wekhev û demokratîk divê em Rojava biparêzin. Li Barselonayê ciwanên me ji bo piştgiriyê daketin qadan. Gelek kes rewşa Sûriyeyê nizanin. Divê ev bê vegotin. Ez bawer nakim ku welatên Ewropa fêm nakin çi tê kirin. Ew dibêjin ‘hadi temam bila Şara bibe serok’. Li gorî min ev baş fêm nakin ku çit ê kirin. Li dijî vê divê em xwe rêxistin bikin.”   ‘Jinên Kurd berxwe dan, dor ya me ye’   Dîana Montseny destnîşan kir ku divê êrîşa çeteyan a li ser jinan bê dîtin û wiha dawî lê anî: “Divê em bibînin ku zîhniyeta DAIŞ çawa li vir zindî dibe. Gelê Rojava her tim ne tenê ji bo gelê Kurd û jinên kurd, ji bo jin û gelên her derê cîhanê têkoşîn dan. Ev bi dehan carî nîşanê me dan. Jinên Kurd ji bo me hemûyan berxwe da. Ji ber vê piştgirî girînge. Têkoşîna li Rojava têkoşîna me hemûyane. Berdewamkirina pergala Rojava ferz û girînge. Divê ji Barselonayê û Katalonyayê piştgirî bê dayîn. Berxwedana vir wê berxwedana me hemûyan be.”