Gelê Cizîr û Kobanê parastina herêma xwe dewam dike 2026-01-28 11:05:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kantonên Cizîr û Kobanê di çarçoveya seferberiya giştî de herêmên xwe diparêze. Li Kobanê ya dorpêçkirî madeyên bingehîn ên jiyanê, derman û xwarina pitikan kêm maye.   Gelê Kantonên Cizîr û Kobanê bi rêya komîteyên gel tax, gund û bajarokên xwe diparêze. Saziyên pêwendîdar koçberên ji Reqa, Tebqa, Dêrazor û Şehbayê bi cih dikin, bersivê didin pêwîstiyên wan. Di heman demê de alîkariya mirovî ya ji parçeyên din ên Kurdistanê hatine jî li gel belav dikin.   Dorpêça çeteyên dewleta Tirk a dagirker, HTŞ û DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê dewam dike. Ev rewş dibe sedem ku madeyên xurekê, derman û xwarina pitikan kêm bibe.   Li gel bangên ji bo rakirina dorpêçê jî çete êriş û dorpêça li bejahiya rojava û başûr a bajêr dewam dikin.   Li aliyê din, gelek ciwanên ku guh dan banga seferberiya giştî û ji parçeyên din ên Kurdistanê hatin Rojava, li eniyên pêş ên şer cih digirin. Ciwanên Kurdistanê bi biryar in ku parastina Rojava bikin.   Li navenda bajêr liv û tevgera ji bo dabînkirina pêwîstiyên rojane yên gel dewam dike.