Li Strasbourgê çalakiyên ji bo Rojava berdewam dikin 2026-01-28 19:16:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Strasbourg a Fransayê, çalakiyên bênavber ên li dijî êrîşên li ser Rojava bi meşekê berdewam kir. Girseyê bêdengiya navneteweyî rexne kir û peyama hevgirtinê bi gelê Kurd û Şoreşa Rojava re dan.   Li Strasbourg a Fransayê çalakiyên bênavber ên li dijî êrîşên li ser Rojava îro bi meşekê berdewam kir. Girseyê diyar kir ku ew ê li hember êrîşên li ser gelê Kurd û Şoreşa Rojava bêdeng nemînin û peyama biryardariyê dan.   Meş li Place de la République dest pê kir û li ber avahiya Parlamentoya Ewropayê bi dawî bû. Di meşa ku ji navenda bajêr ber bi saziyên Ewropayê ve berdewam kir de hate diyarkirin ku êrîşên li ser Rojava berpirsiyariya civaka navneteweyî ye.   Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî YPG", "Bijî YPJ", "Qatil Erdogan" û "Qatil Colanî" hatin berzkirin. Pankart û dovîzên ku peyamên hevgirtinê bi gelê Rojava re vedibêjin hatin hilgirtin.   Di axaftinên li ber Parlamentoya Ewropayê de hatin kirin de hat diyarkirin ku bi êrîşên li ser Rojava re ne tenê gelê Kurd, di heman demê de îradeya hevpar a jiyan û azadiyê ya hemû gelên li herêmê jî hedef digirin. Bêdengiya saziyên navneteweyî hat rexnekirin û hat gotin kubêdengî cesaretê dide êrîşan.   Piştî hevdîtina ku li Parlamentoya Ewropayê hat kirin, ji girseyê re axivîn. Endamê SOC’ê yê ji Qibrisê Constantinos Efstathiou, endamê UEL ê ji Fransayê Emmanuel Fernandes û ji Partiya Kesk a Qibrisê Oz Karahan axivîn. Di axaftinan de agahî li ser têkiliyên ku di parlamentoyê de hatine kirin hatin dayîn û hat destnîşankirin ku têkoşîn wê hem li kolanan û hem jî di qada dîplomatîk de berdewam bike.   Bernameya çalakiyan   Bernameya çalakiyên ku wê di rojên pêş de li Strasbourgê were lidarxistin jî hat ragihandin. Li gorî vê yekê, roja Pêncşemê di navbera saet 14:00 û 17:00’an de li Place Kléber û roja Înê jî di heman saetan de li Gare Strasbourgê stand were danîn. Roja Şemiyê saet 15.00’an de li Place Dauphine meşek wê bê lidarxistin û roja Yekşemê di navbera saet 13:00 û 18:00’an de li Place Kléber ciwan wê standê deynin.   Di bangê de hmû Kurdistanî û dostên Kurdan bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava; Jin, Jiyan, Azadî" vedixwînin qadan.