Li Kobanê Nexweşxane bi xeteriya girtinê re rûbirû ye 2026-01-28 20:58:37   NAVENDA NÛÇEYAN -Ji ber qutkirina kehrebe, av û sotemenî Nexweşxaneya Şûştûna Gurçikan a li Kobanê rûbirûyê xeteriya girtinê ye; jiyana 30 nexweşan di xeteriyê de ye.   Nêzî hefteyekê ye, bajarê Kobanê û gundewarên wê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ-HTŞ'ê ve bi hemû cureyên çekên giran, topavêj, tank û dronan tên hedefgirtin. Bi wê re kehrebe, av û înternat qut bû, dorpêçeke giran li ser bajêr hat ferzkirin. Wê jî rewşa mirovî, bi taybet li kêlek koçberiya ji bajarên Tebqa, Reqa, Kampa Girê Spî û gunewarê Kobanê, ber bi Kobanê ve, girantir kir.   Rewşa tenduristiyê li hundirê bajêr her ku diçe xirabtir dibe, ji ber ku derman li nexweşxane, dermanxane û navendên tenduristiyê gelekî kêm bûne, di heman demê de Nexweşxaneya Şûştina Gurçikan jî li ber girtinê ye, 30 nexweşên gurçikan rûbirûyî xeteriyê ne.   Rêveberê beşa şûştina gurçikan a Nexweşxaneya Miştenûr Mihemed Osman, ji ajansa me re zehmetiyên nexweşan şîrove kirin.   Osman got: "Em ê di rojên pêş de piştî ku derman nemînin Nexweşxaneya Şûştina Gurçikan bigirin. Niha ji ber qutbûna kehrebê, em jenetoran pê dixin. Lê mazotê jî li ber xelasbûnê ye."   Osman bang li rêxistinên mirovî û welatên Ewropî kir ku bi lez destwerdanê bikin da ku dorpêça li ser bajarê Kobanê were rakirin û êrişan rawestînin, ji bo sivîl û nexweşên ku bi mirinê re rû bi rû ne werin rizgarkirin.