Li Wanê bi deh hezaran kes ji bo Rojava daketin qadan 2026-01-29 13:30:01   WAN - Êrişên li ser Rojava li Wanê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin ku bi deh hezaran kes tevlî bûn.   Li Wanê, di bin pêşengiya DEKUP'ê de meşek li dijî êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava hat lidarxistin. Meşa ku ji ber Navenda Kirrûbirrê ya Wanê dest pê kir, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê, hevşaredarên DEM Partiyê, rêxistinên bajêr û navçeyan ên DBP û DEM Partiyê, rêxistinên jin û ciwanan, rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi hezaran kes beşdar bûn.   Girseya gel li ber AVM'ê li hev kom bû û bi dirûşman heta Parka Mûsa Anter meşiya. Di meşê de dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Li Parka Mûsa Anter daxuyaniyek hate dayin.      Hevseroka DEM Partiyê ya Bajarê Wanê Gulşen Kûrt û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ya ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin Neslîhan Şedal axivîn.   Piştre Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku Rojava ne tenê gelên li herêmê, tevahiya gelê Kurd eleqedar dike. Keskîn Bayindir diyar kir ku bêstatubûn li ser Kurdan tê ferzkirin û got, "Divê bê zanîn ku em li vir in û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin." Keskîn Bayindir ragihand ku biryara êrişa li ser Rojava ne li Şamê lê li Enqereyê hate wergirtin û anî ziman ku HTŞ mejiyê DAÎŞ'ê dewam dike.    Hevserokê DBP'ê destnîşan kir ku gelê Kurd li ser bingeha azadî û aştiyê daxwaza çareseriyê dike û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Heta ku gelê me yê Rojava bibêje temam û bigihêje mafên xwe em ê li vê derê li ber xwe bidin. Em ji bo mirovahiyê û azadiya gelê xwe dimeşin. Em ji bo aştiyê dimeşin. Porê jinan dibirin û radibin dibêjin, 'Operasyoneke baş' bû. Şaredariya me pankartê dadiliqîne, lêpirsînê didin destpêkirin. Dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berdin."   Çalakî piştî axaftinan bi dirûşman bi dawî bû.