Şandeya Kurd ji bo nîqaşa destûrê dê biçe Şamê 2026-01-30 21:00:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyek ji Rêveberiya Xweser ji bo nîqaşên destûra nû ya Sûriyê û mîsogerkirina mafên gelê Kurd û kêmaran dê biçe Şamê.   Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derveyî ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed civînek zoomê li dar xist û pirsên rojnamegeran ên derbarê peymanê de bersivand. Îlham Ehmed anî ziman ku di gelek hêlan de bi Şamê re li hev kirine bes perwerdehî jî di nav de li ser hin mijaran nîqaş û îhtîlaf berdewam dike. Îlham Ehme anî ziman ku mafê perwerdehiyê ji bo wan gelek girîng e û wiha got: “Di prensîbê de em tu carî dest ji vê yekê bernadin. Nîqaşên li ser vê dê bimeşin. Bes tişta esasî têkoşîn e.”   ‘Em ketin pêvajoyek nû’   Îlham Ehmed destnîşan kir ku têkoşîna Rojavayê Kurdistanê ketiye merhameyek nû û wiha axivî: “Êdî em dê têkoşênek zagonî bimeşînin. Ji bo vê şandeyek dê biçe Şamê û nîqaşên destûr nû ya Sûriyeyê bimeşîne. Lazim e mafên niha li ser mitabaqat pêk hatî û her wiha yên hêj zelal nebûyîn di destûra nû de mîsoger bibin. Ev nîqaş dê bi Hikûmeta Şamê re bên nîqaşkirin.”   Îlham Ehmed da zanîn ku girîngiya piştgirî û têkoşîna gelê Kurd ji niha pê ve jiyanîtir dibe û xwest ku piştgiriya gelê Kurd bi zêdebûn berdewam bike.