Gelê Rojava tax û kolanên xwe diparêzin 2026-01-30 23:21:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Rojava bi ruhê yekitî û berpirsiyariyê tax û kolanên xwe diparêzin, li hember her gefên li dijî xaka xwe amade ne.   Şêniyên Rojava tabûr û komên parastina bajarên xwe ava dikin, li hember xeteriyê dijî hebûnê parastina xwe dikin.   Rêveberiya Xweser li hember êrişên çeteyên hikumeta demkî, Tirkiye û çeteyên DAIŞˊê seferberiya giştî ragihand û bang li şêniyan kir ku tev li "cena parastina rûmetê" bibin.   Ji 6ˊê Çileyê ve çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya Tirkiyeyê êrişên xwe li dijî herêmê ranewestandine, li hemberî wê şênî rûmet û xaka xwe diparêzin.