Çapemeniya cîhanê: Kurd di rewşa heyî de bêhtir biavantaj in 2026-01-31 10:43:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemeniya cîhanê cih da peymana di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de û got: “Kurd di rewşa heyî de bêhtir biavantaj in.”   Navenda Ragihandinê ya QSD’ê duh ragihand ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Şamê bi Şeri re peymanek îmze kirine. Çapemeniya cîhanê jî cihekî berfireh da vê peymanê.    Reuters   Reuters’ê di nûçeya xwe ya bi sernavê “Hikûmeta Sûriyeyê û Kurdan di mijara entegrasyonê de lihev kir, DYA’yê weke ‘qonaxeke dîrokî’ nirxand”  cih da kitekitên peymanê. Di nûçeyê de her wiha cih da nêrînên Şêwirmendê Koma Krîza Navneteweyî (International Crisis Group-IGC) Noah Bonsey ku peyman weke qonaxeke dîrokî dinirxîne û dibêje ji bo her du aliyan rêyekê navberê hatiye dîtin. Di heman demê de hate gotin ku Tirkiye vê peymanê ji nêzve dişopîne.   The Guardianê   The Guardianê jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Hikûmeta Sûriyeyê û hêzên Kurd di mijara agirbesta mayinde de lihev kir” de îşaret bi destkeftiyên peymanê kir û got: “Peymana di roja înê de hate mohrkirin, li gorî peymanên agirbestê yên berê ji bo rêveberiya Kurd bêhtir biavantaj e.”   Press Digital    Press Digital a navenda wê Spanya jî cih da hûrgiliyên peymanê û axaftinên Wezîrê Karên Derve yê Spanyayê José Manuel Albares ên têkildarî peymanê. Di nûçeyê de Albeares peymana heyî weke peymaneke jiyanî dibîne û dibêj: “Tenê pêvajoyeke ku li hemû derdoran guhdarî dike û tevlibûna tevahiya civaka Sûiryeyê dikare bingeha aştiyeke mayinde biavêje.”   The National   The Nationalê jî peyman derxist pêş û got ku armanca êrişên beriya peymanê ew bû ku “QSD’ê li cihekî nêzî sînorê Tirkiyeyê tengav bike.”   Syriac Pressê    Syriac Pressê jî pêşnûmeya Lindsey Graham û Richard Blumenthal pêşkeşî Senatoya DYA’yê kir bi bîr xist û sernavê “QSD û hikûmeta Sûriyeyê peymana agirbest û entegrasyonê mohr kir; ji DYA’yê teklîfa ‘Qanûna Parastina Kurdan’” avêt.   The Telegraph    The Telegraph a Ingilistanê di nûçeya xwe ya bi sernavê “Bêaqiliriya Ingiliîzan, dike ku barbariya DAIŞ’ê dîsa derkeve holê” de got: “Êrişa hikûmeta Sûriyeyê li dijî Rojava ku Kurd birêve dibin qonaxeke girîng e. Û welatên Rojava, dibe ku ji ber vê pêşnedîtina xwe poşman bibe.”    Di heman demê de The New York Times, Financial Times, Associated Press (AP), Deutsche Welle (DW), The Washington Post û gelek weşanên din jî cih dan peymanê.   Di heman demê de bêdengiya welatên rojavayî ya li dijî êrişên ser Rojava jî di rojeva çapemeniya cîhanê de bû.