Gelê Cizîr û Kobanê parastina axa xwe didomînin 2026-01-31 13:16:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Rojava, parastina axa xwe didomînin û Tirkiye destûrê nade ku alîkariyên ji bo Kobanê hatine komkirin derbas bibin.   Ji duh ve li eniyên pêşîn ên herêmên Rojava rewş aram e lê dorpêça li ser Kobanê berdewam dike. Şêniyên Cizîrê û Kobanê di çarçoveya seferberiya giştî de herêmên xwe diparêzin.   Şêniyên ku gund û taxên xwe diparêzin, diyar kir ku ew ê di çarçoveya parastina rewa de erkên xwe pêk bînin.   Herwiha dorpêça li ser Kobanê di roja 13’yemîn de berdewam dike. Li bajêr xwarin, derman û şîrê zarokan kêm bûne û dewleta Tirk rê nade alîkariyên ku  gelê Bakurê Kurdistanê berhev kirine, di deriyê Murşîdpinarê re derbasî Kobanê bibin.