'Deriyê Murşîtpinarê vekin' 2026-02-01 10:28:26   Gulistan Gulmuş   RIHA - Her çend kamyonên alîkariyê yên ji bo Kobanî hatine amadekirin jî du roj in li Pirsûsê hatine rawestandin. Berdevka Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê Yildiz Ok Orak daxwaza vekirina Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kir.   25 kamyonên tijî pêdiviyên bingehîn ên ku ji hêla Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê ji bo Kobanî hatine amadekirin, duh ji Amedê ber bi Pirsûsê ve ketin rê. Lê belê, kamyon li ber deriyê navçeya Pirsûsê ji hêla cendermeyan ve hatin rawestandin û destûr nayê dayîn ku derbasî Kobanî bibin.   Berdevka Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê Yildiz Ok Orak derbarê mijarê de daxuyanî da.   Destûr nedan ku ew bikevin Pirsûsê   Yildiz Ok Orak diyar kir ku wan di derbarê bûyerên li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kampanyayeke alîkariyê daye destpêkirin û gelek alîkarî ji bajarên Kurd û Tirkiyeyê hatiye. Yildiz Ok Orak got, "Li Amedê, niha kapasîteya me heye ku rojane 30 kamyon, dibe ku 30-40 kamyon ji bo alîkariyê bişînin û ev herikîna alîkariyê bi rastî jî dikare were hêsankirin. Serlêdan hatine kirin da ku Deriyê Murşîtpinarê vebe. Ji ber ku Deriyê Murşitpinarê li aliyê din ê sînorê bi Kobanî re ye. Ger ew derî vebe, alîkarî dikare rasterast bigihîje gel, lê tevî hemî hewldanan jî derî venakin. Doh 25 kamyon hatin. Destûr nedan ku ev kamyon bikevin Pirsûsê jî."   'Em ê her cure alîkariyê bigihînin wan'   Yildiz Ok Orak bertek nîşanî derengketina gihandina alîkariyê da û got: "Em niha li tesîseke li ber deriyê Pirsûsê ne. Kamyon li vir tên girtin û ji aliyê cendermeyan ve di bin dorpêçê de ne. Dibe ku piştî nîqaşên bi siyasetmedaran an wezaretê re çi bê kirin biryar bê dayîn. Lê armanca me ya sereke ew e ku ev alîkarî di zûtirîn demê de bi rêya Deriyê Murşitpinarê, ku rêya herî kurt e, bigihîje wan kesan. Tiştê ku em dikin, di rastiyê de hewldanek mirovî ye. Ne siyaset e. Em karê mirovî dikin. Ji bo ku em bikaribin vê alîkariya mirovî bigihînin, em hewl didin ku kampanyaya xwe ya hevgirtinê bi qasî ku ji destê me tê berfireh bikin û her cûre alîkariyê bigihînin wan."