Şandeya rewşenbîr û hunermendan serdana Rêveberiya Xweser kir 2026-02-01 13:14:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya hunermend û rewşenbîrên Kurdistanê serdana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê kir û peyama piştgiriya berxwedana gel û seferberiya giştî da.   Şandeya hunermend û rewşenbîrên Kurdistanê ji hunermend Diyar Dêrsim, Şemdîn, Cala, Luqman Salim Fetah, Rênas Lezgîn Seedî, rojnamevan Danyal Cemalî, listikvan Deniz Nakî û nivîskar Kakşer Xorşîd pêk tê ji bo piştgiriya berxwedanê duh hatin Rojava.   Endamên şandeyê îro li bajarê Qamişloyê serdana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê kir. Şande ji aliyê hevserokên Meclisa Rêveber û cîgirên wan, hevşaredarên Qamişloyê û hevserokên Desteya Çand û Hunerê ve hatin pêşwazîkirin.   Di serdanê de geşedanên Rojava û girîngiya piştevaniya gel û tevgera çandê ji berxwedanê re hatin vegotin.   Hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero û Viviyan Beho Osê axivîn û diyar kir ku Şoreşa Rojava di pêvajoyên xwe de rastî gelek êrişan hatin û got: "Êrişên dawîn di aliyê bandoriyê de cuda bûn. Lê hişt ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û li seranserî cîhanê rabin serhildanan."   Hevserokan dane zanîn ku serdana gel hêzek mezin da wan ku berxwedanê bidomînin û destkeftiyên bi keda şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.   Her wiha îşaret pê kirin ku serdanên şandeyên ji aliyên din ên Kurdistanê û cîhanê moralê gel bilind dike û hêzeke mezin dide wan da ku li hemberî hemû arîşe û keleman berxwedanê bidomînin.   Endamên şandeyê jî berxwedana gelê Rojava silav kir û diyar kir ku ew ji dûr ve berxwedanê dişopînin, armanca wan a serdanê ew e ku piştgiriyê bidin gel û ji nêzî ve moralê bidin wan.   Endamên şandeyê pesnê modela hevserokatiyê û edaleta civakî ya li Rojava da û diyar kirin ku ew jî hêzê ji berxwedana gel digirin.   Şandeyê diyar kirin ku divê piştgiriya doza Kurdî di aliyê siyasî, leşkerî û civakê de were kirin. Bal kişand ku Kurd li Başûr, Rojhilat û Bakur û kurdên li diasporayê jî ji bo Rojava serî hildan.   Bi navê jinên Rojhilatê Kurdistanê jî axaftinek hat kirin. Hate gotin, dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hêza xwe ji têkoşîna jinên Rojava digirin. Her wiha hate destnîşankirin ku Rojava bû faktora yekkirina Kurdan li çar aliyêln cîhanê.   Piştî serdanê, şandeyê tevî meşa girseyî ya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê bûn ku ji çerxerêya Sonî dest pê kir.