Tulay Hatîmogûllari li civîna SYKP'ê axivî: Divê em piştevaniyê xurt bikin 2026-02-01 13:52:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Kevneşop a 12'yemîn ji aliyê Nûnertiya Swîsreyê ya Partiya Jinûve Rizgariyê ya Sosyalîst (SYKP) ve bi dirûşma "Keda koçberan hêja ye" hate lidarxistin.   Kombûna Kevneşop a 12'yemîn ji aliyê Nûnertiya Swîsreyê ya Partiya Jinûve Rizgariyê ya Sosyalîst (SYKP) ve bi dirûşma "Keda koçberan hêja ye" hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari beşdarî çalakiyê bû. Hevberdevkên Swîsreyê yên SYKP'ê Ezgî Solmaz û Alî Cemlakandelen, jı UNIA'yê Serokê Rêxistiniya Koçberan Hîlmî Gashî axivîn.   Di çalakiyê de ku nûnerên gelek rêxistinên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyî tevlî bûn, hunermend Rûken Yilmaz û Mogûllari derketin ser dikê.   Tulay Hatîmogûllari axivî û bûyerên li Rojava nirxand. Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser serdana hefteya derbasbûyî li Rojava kir û destnîşan kir ku modela xwerêveberiyê ya li herêmê paradîgmayeke azadîparêziya jinê, demokratîk û aştiyane pêşkêş dike. Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku Rojava li dijî tarîtiyê ronahî ye û êrişên HTŞ, DAÎŞ'ê li dijî vê modelê ye. Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku Kurd û gelên herêmê bi biryar in ku qadên xwe yên jiyanê biparêzin û bi taybetî bal kişand ser rola jinan a di nava berxwedanê de.   Tulay Hatîmogûllari ragihand ku agirbesta heyî tenê bi mezinkirina piştevaniyê dikare mayinde bibe û bang kir ku vegera xelkê Efrînê pêk were û dorpêça li ser Kobanê bê rakirin.   Tulay Hatîmogûllari got, "Divê bê zanîn ku ev têkoşîna xwedîderketina li Rojava hêza herî girîng e ku peyman da mohrkirin. Ji bo agirbest mayinde bibe em neçar in ku piştevaniyê mezin bikin."