Êrîşên li ser Rojava protesto kirin 2026-02-01 21:06:41     COLEMÊRG- Ciwan  li dijî êrîşên li ser Rojava daketin kolanan û bi dirûşmeyên ‘bijî berxwedana Rojava’, ‘Bijî serok Apo’, ‘Jin jiyan azadî’ meşiyan.   Li navçeya Gever a Colemêrgê ciwan li taxa Yenî Mahale hatin gel hev û bi armanca protestokirina êrîşên HTŞ, DAIŞ û Tirkiyeyê yên li ser Rojava meş pêk anîn.   Ciwanan di meşê de dirûşmeyên ‘bijî serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Rojava’ berzkirin û agir pêxisitn sirûd gotin.   Ciwanan bi fîşekên hewayî çalakiya xwe domandin û bang kirin ku divê êrîşa li ser Rojava bidawî be.