5 kamyonên din ên alîkariyê ji Başûr derbasî Rojava bûn 2026-02-03 11:02:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Duh 5 kamyonên din ên alîkariyê ji Başûrê Kurdistanê bi rêya deriyê sînor ê Sêmalka derbasî Rojava bûn.   5 kamyonên din ên alîkariyê ji Başûr derbasî Rojava bûn   Duh 5 kamyonên alîkariyên mirovî, ji navçeya Teqteq a Başûrê Kurdistanê, bi serperştiya Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî, bi rêya deriyê sînor ê Sêmalka derbasî Rojava bûn.   Alîkarî ji xurekê û betaniyan pêk tê û biryar e li koçberên li kantona Cizîrê were belavkirin.