Dayikên Aştiyê: Bila Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bê vekirin 2026-02-03 13:12:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê, li gelek bajaran li dijî êrîşên li ser Rojava daxuyanî dan û daxwaza vekirina Deriyê Sînor ê Murşitpinarê kirin û xwestin "sînorên di navbera xwişk û biratiyê de werin rakirin".   Dayikên Aştiyê li bajarên li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Rojava civînên çapemeniyê yên hevdem li dar xistin.   Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê di daxuyaniya da de bang kir ku şerê li Rojava bê sekinandin û deriyê Murşîtpinarê bê vekirin. Di daxuyaniyê de Dayikên Aştiyê bal kişandin ser pêvajoya aştiyê û gotin ku ji bo ev şer bisekine û aştî bi encam be divê “mafê hêviyê” jî pêk bînin.   Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê, li Parqa Karayollari ji bo Rojava daxuyanî da. Ligel gelek dayikan Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, DBP û gelek sazî û dezgeh jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Sonda me kezîzerên me ne Rojava rûmeta me ye” hat vekirin. Li ser navê dayikan, Dayika Aştiyê Gurbet Tekîn axaftin kir.   Gurbet Tekîn anî ziman ku ev nêzîkê mehekê ye şerekî dijwar û bêhempa li ser gelê Rojava tê meşandin û got, “Ev êrîş bi pêşengiya HTŞ û DAÎŞ’ê tê meşandin. Dewletên ku ew anîne ser Sûriyeyê dibêjin qey DAÎŞ xilasiya wan e. Wan ji xwe re didin pêş. Lê belê wan hîn hêza kurdan nas nekiriye. Îro kurd hemû yek in û bûne yek. Vê hovîtiya ku li ser Gelê Kurd û zarokên kurd didin meşandin em qebûl nakin. Keziyên keçên me dibirin û wan di avahiyan de davêjin. Vê yekê li ser navê misilmaniyê dikin. Ev ne misilmanî ye. Zarokên me yên li Kobanê biçûk ji birçîna û sermayê jiyana xwe ji dest didin. Di tu dewlet û olan de ev yek tuneye. Daxwaza me ew e ku dengê me bigihêje tevahiya cihanê. Li hember çavên cîhanê ev hovîtî tê meşandin. Bila dengên xwe derbixin û bêdeng nemînin.”   ‘Deriyê sînor vekin’   Gurbet Tekîn destnîşanê deriyê Murşîtpinarê kir ku hîn nehatiye vekirin û wiha domand, “5 roj in TIR’ên alîkariyê li wir hatine sekinandin. Em dixwazin rojek berê ew derî vebin. Li gorî daxuyaniyên wan divê derî roja duşemê bihata vekirin. Bi hezaran dayik amade bûn biçûna deriyê Pirsûsê. Lê hîn jî derî venekirine. Ger ku wiha berdewam bike em sînoran nas nakin. Em dayik dê van sînoran rabikin û deh hezaran dayik em ê ji vir bi rê bikevin.”   'Mafê hêviyê pêk bînin’   Gurbet Tekîn bal kişand ser pêvajoya aştiyê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Salek derbas bû. Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî bangawazî kir got ‘bila Serokê Gelê Kurd bê parlamentoyê û biaxive û em ê mafê hêviyê bidin.’ Lê belê heta roja îro hîn tu gav neavêtine. Ji ber vê yekê baweriya gel tê şikandin. Ji hêla Gelê Kurd û Serokatî ve çi gav pêwîst bû hatin avêtin. Em dibêjin rojek berê rojekê bila mafê hêviyê pêk bînin. Em jî destê Serokatiyê xurt bikin da ku Serokê me vê pêvajoyê bi rê bibe. Ji Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pê ve tu kes nikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Bandora vî şerî li Rojava bandorê li çar parçeyên Kurdistanê dike. Ji bo ku ev pêvajo bi aştiyek mayînde û serkeftî bi encam bibe bangawaziya me ji hemû kes û netewan e destên me bi hevre xurt bikin. Daxwaza me dayikan ew e ku ev şer bê sekinandin.”   Wan   Dayikên Aştiyê li ber Baroya Wanê li dijî êrîşên li ser Rojava civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civîna çapemeniyê de, pankartek bi nivîsa "Rojava rûmeta me ye" hate hildan, dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelekên din beşdarî civîna çapemeniyê bûn.   'Divê Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad be’   Dayika Aştiyê Saadet Oklu di civîna çapemeniyê de axivî û got, “Birêz Bahçeli salek e dibêje pêvajoyek heye, lê ji aliyekî din ve sînor girtine û alîkariya ku diçe gelê Rojava rawestandiye. Em girtina sînoran qebûl nakin. Ger ev alîkarî ji bo DAIŞ'ê bûya, ew ê derî vekirana. Gunehê zarokên li Rojava çi ye? Şerê li ser Rojava şerekî li ser Bakur, Başûr û Rojhilat e. Wan em kirin çar parçe, lê em yek in. Medyaya Tirk YPG'ê wekî 'terorîst' bi nav dike, lê kengî YPG'ê sivîl kuştine? Em vî şerî şermezar dikin. Em baweriya xwe bi pêvajoya ku ji hêla Ocalan ve hatiye destpêkirin tînin. Divê Birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad be.”   Stenbol   Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê li ber avahiya bajêr a DEM Partiyê li Beyogluyê derbarê gefên li dijî Rojava de daxuyaniyek da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankartek bi nivîsa "Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye" hate vekirin û gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.   'Deriyê sînor ê Murşitpinarê vekin'   Dayika Aştiyê Rewşan Doner êrîşên li ser Rojava yên ji aliyê HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin bi bîr xist û bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û wiha dewam kir: "Em sînoran nas nakin. Em li gorî peymana ku di 30'yê Çileyê de hatiye îmzekirin, Sûriyeyeke demokratîk dixwazin. Divê mafên hemû gelan bên misogerkirin. Pêvajoya ku di 27'ê Sibata 2025'an de hatiye destpêkirin, ji ber tiştên ku îro li Rojava diqewimin bandorek neyînî li ser wê kiriye. Devlet Bahçelî got, 'Divê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad be.' Em azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jî dixwazin. Divê her kes di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze û alîkarî ji bo Kobanî were şandin."   Daxuyanî piştî ku dirûşme hatin berzkirin bi dawî bû.   Amed   Dayikên Aştiyê li ber AZC Plaza li taxa Ofîs a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ên li ser Rojava civîneke çapemeniyê li dar xistin. Pankartek bi nivîsa "Rojava rûmeta me ye" hate vekirin û dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Yek, yek, yek, gelê Kurd yek e" hatin berzkirin. Rêxistina Bajarê Amedê ya DEM Partiyê, rêxistina bajêr a DBP, TJA, şaredarên Amed, gelek sazî û rêxistin û her wiha gelek kes beşdarî civîna çapemeniyê bûn.   'Deriyê Murşitpinarê vekin!'   Dayika Aştiyê Afife Kartal, pêşî di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku ew ê her tim li kêleka şervanên ku li Rojava têdikoşin bin.  Afife Kartal, got, "Alîkariya ku ji bo Kobaniyê hatibû berhevkirin û dixwestin bişînin, birin deriyê sînor, lê destûr nayê dayîn ku derbas bibe. Em daxwaza vekirina Deriyê Sînor ê Murşitpinarê dikin. Di dema êrîşan de keziyên zarokên me qut kirin. Ciwanên me hatin kuştin, lê bila ew jî bizanin ku bi hezaran dê cihê wan dagirin. Em dawiya DAIŞ'ê dixwazin. Em ê heta dawiyê li kêleka zarokên xwe yên li Rojava bin."   'Rojava xeta me ya sor e'   Dayika Aştiyê Havva Kiran tekez kir ku êrîşên li dijî gelê Kurd bi zanebûn in û got, "Pêvajoyek heye ku salek e berdewam dike, ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Wek dayikan, em her gavek bi hesasiyeteke mezin diavêjin da ku ji her encamên neyînî dûr bikevin. Pêncî û du sal in şer heye. Mixabin, dema ku dor tê ser Kurdan, her kes dibe yek. Lê bila em vê yekê bi zelalî bibêjin: Rojava xeta me ya sor e."   Daxuyanî bi slogan û tilîliyan bi dawî bû.   Riha   Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê jî li dijî ambargoya li ser Kobanê û geşedanên li Rojava li Parka Novada ya navenda Rihayê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partî yên Rihayê, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser, “Sonda me kezîzêren me ne! Rojava rûmeta me ye” nivîsandî hat hilgirtin. Dayikan bênavber dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” berz kir.   Dayika Aştiyê Meyeser Kokmaz ku di daxuyaniyê de axivî anî ziman ku divê alîkariyên ji bo Kobanê hatinê berhevkirin divê demildest derbasî Kobanê bibe û wiha got: “25 TIRên alîkariyê hatinê sekinandin. Em dixwazin ew alîkarî demildest derbasî Kobanê bibe. Ji bo wê jî deriyên sînor vekin.”   Dayika Aştiyê Adalet Çay jî destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê deriyê sînor vebibe û ew bang kir: “Zarokên me li wir in. Barê me giran e. Bila şer biqede. Heta aştî pêk were em ê li qadan bin.”   Şirnex   Meclisa Dayikên Aşitiyê ya Şirnexê li dijî êriş û dorbêça li ser Rojava li cadeya Alanya ya navçeya Hezexê ya Şirnexê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta, “Sonda kezîzerên me ne rojava rûmeta me ye” hate vekirin. Her wiha dovîzên,” Her keziyek hêvî û azadiyê dihewîne”,” Dayik rûmeta têkoşînê ne” hatin hilgirtin.   ‘Li dijî êrişan bêdeng nemînin’   Ser navê Dayikên Aşitiyê Behiya Nayir daxuyanî da. Behiye Nayir, bang li hemû dayikan kir ku li dijî êrişên ser gelê Kurd bêdeng nemînin û wiha got: “Gelê me li Kobanê bê av, bê ceyran e. Hê dorbêça li ser Kobanê berdewam dike. Divê ku deriyên van sînoran bên vekirin ku alîkarî ji Rojava re biçe. Em vê zilm û zordastiya li ser gelê me qebûl nakin. Dibê ku tu dayik li dijî van êrişan xwe bêdeng nekin.”   ‘Têkoşîn dê heya rabûna dorpêçê bidome’   Piştre parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. Newroz Uysal Aslan bi lêv kir ku heta ku dorbêça li ser Rojava bi dawî dibe ew ê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt gotin: “Têkoşîna nasname û hebûna gelê Kurd a ku bi salane tê dayîn, gelê Kurd birêxistin kiriye, perwerde kiriye. Dayik bi hebûn û sekna xwe pêşengiya têkoşîna gelê Kurd kirine. Dayik dixwazin aşitî çêbibe, dixwazin ku li ser gelê me bes komkujî çêbibin. Dayik îro li qadan dibêjin em ji hemû gelan re çareseriyê dixwazîn. Ne pêkan e ku dayikên Kurd li hemberî vê zilmê bêdeng bimînin. Ev êriş û komkujî dê sedemê têkoşîna me be. Heta ku Rojava aram bibe dê têkoşîna me berdewam bikin. Êrîş, dorbêç heta bê sekinandin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Bila deriyê Murşîtpinar vebe û bihêlin alîkarî ji gelê me biçe. Rojava rûmeta me ye bijî berxwedana gelê Kurd.”   Daxuyanî bi tililî û dirûşmeyên,”Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.   Êlih   Dayikên Aştiyê yên Êlihê li dijî êrişên ser rojavayê Kurdistanê têne kirin daxuyanî dan û gotin: “Li wir gelek zarok bê dê û bav, bê cih û war mane. Em dixwazin şerê ku li wir tê meşandin bê sekinandin.”   Dayikên Aştiyê yên Êlihê li dijî êrişên ku li ser rojavayê Kurdistanê têne kirin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Parlamenterê Êlihê M. Ruştu Tiryakî û, Endamên Komeleya Dayikên Aştiyê, TJA, DADER, ARÎ-DER, ÎHD, MEBYA-DER û gelek nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Sonda me Kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” hat vekirin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.   ‘Em dixwazin ew sînor bê vekirin’   Ser navê Dayikên Aştiyê Şukran Sîncar daxuyanî da û got: “Gotin sînorê Kobanê vabûye em kêfxweş bûn lê mixabin hê jî venebûye. Em dixwazin ew sînor bê vekirin. Divê xwarin û vexwarin ji kesên ku li wir muhtacin re biçe. Hemû li wir şerpeze bûne û çareya wan tune ye. Li wir gelek zarok bê dê û bav, bê cih û war mane. Em daxwazin şerê ku li wir tê meşandin bê sekinandin. Em daxwazin rojek zûtir ew sînor bê vekirin. Em li ser navê hemû dayikan slav û rêzên xwe ji vir heta Îmraliyê ji birêz Abdullah Ocalan re dişinin.”   ‘Kobanê kezeba me ye’   Piştîre jî Dayika Aştiyê Meyaser Akdag axivî û ev tişt gotin: “Kobanê kezeba me ye. Em weke dayikên aştiyê şer naxwazin em aştiyê dixwazin. Divê hemû dewletên Ewropa û tevî Tirkiyeyê aştiyeke mayînde bînin ser ruyê dinayayê. Em dayikin, em ê xwe parçe parçe bikin, dîsa jî em ê dest ji dayiktiya xwe bernadin. Heta yek dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li pey doza zarokên xwe bin.”   Sêrt   Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Sêrtê jî bi heman armancê li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, rêveberên BOTAN-DER, ÎHD û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Kesên ku tev li çalakiyê bûn pankarta “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” hilgirtin. Her wiha dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.   ‘Em yekîtiya gelê Kurd jî pîroz dikin’   Li ser navê Dayîkên Aştiyê Maşalah Arslan axivî û got: “Em dayîkên aştiyê ne em aştiyê dixwazin. Bes e êdî bila aştî bê vî welatî. Em yekîtiya gelê Kurd jî pîroz dikin. Jinên me yên ciwan dikujin û wan di avahiyan de diavêjin, em vê yeke şermezar dikin. Ew keziyên ku hetin jêkirin ji dilê me dernakeve.”   Daxuyanî bi tilîliya û bi lêdana çepikan bi dawî bû.   Bedlîs   Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Bedlîsê li ber Parka Filistînê ya li Tetwanê derbarê êrişên li ser Rojava de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” hate vekirin. Nûnerên partî û saziyên demokratîk ên bajêr û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Dayika aştiyê Îpek Canbey di daxuyaniyê de axivî û got: “Em daxwaza vekirina deriyê sînor ê Murşîtpinarê dikin. Em ê destûrê nedin parçekirina Kurdistanê. Em van êrîşan û vê komploya li dijî gelê xwe qebûl nakin. Wek Dayikên Aştiyê, em bi israr li hemberî van êrişan radiwestin. Em amade ne ku her tiştê ku ji destê me tê ji bo seferberiyê bikin. Îradeya me pir xurt e, hûn ê nikaribin îradeya me bişkînin. Kurdistan ne çar perçe ye, Kurdistan yek e.”   Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp axivî û bi bîr xist ku kamyonên ku ber bi Kobanê ve diçûn hîn jî li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tên rawestandin û got: “Bila kes nefikire ku em ê li hember êrişên li ser xwîşk û bira û xizmên xwe yên li Rojava bêdeng bimînin.”   Daxuyanî bi lêdana çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.   Îzmîr   Dayikên Aştiyê, li dijî êrîşên li ser Rojava, li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Îzmîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” hate vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Daxuyaniyê Peyruze Kurt xwend.   ‘Têkoşîna Ocalan a ji bo rawestandina xwînê’   Peyruze Kurt destnîşan kir ku dayik, ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Murşitpinarê dê bi rê bikevin. Peyruze Kurt da zanîn ku piştî Rojava, pêvejoya diyalogê dest pê kir û got: “Ez spasiya her kesê ku ji duh heta îro ji bo aştiyê û ji bo biratiya gelên Kurd û Ereb ked dane dikim. Berî her tiştî, em spasiyên xwe pêşkêşî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Ew di nav çar dîwaran de ji bo rawestandina xwînê û ji bo biratiya gelan têdikoşe.”   ‘Zarok bê şîr û kinc in’   Peyruze Kurt, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa mirovî ya li Rojava û derbarê daxwazên dayikan de ev tişt gotin: “Zarok bê şîr û bê kinc mane. Em dixwazin peymana ku hatiye îmzekirin pêk bê û dorpêça li ser Kobanê rabe. Divê balhilgirên alîkariyê yên hatine amadekirin di Deriyê Murşitpinarê re derbas bibin.”   ‘Şerê li Rojava zerarê dide pêvajoya aştiyê’   Peyruze Kurt di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku heta ew sax bin dê li dijî şer bisekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li ku derê dibe bila bibe, naxwazin xwîn birije. Em diyaloga li Rojava bi dilxweşî pêşwazî dikin. Şerê li Rojava zerarê dide pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê. Em dixwazin êdî pêvajo dest pê bike û biratiya gelên Kurd, Ereb û Tirk pêk bê. Em dixwazin sînorên di navbera wekheviyê de rabin.”