Jin ji bo mirinên biguman daketin kolanan 2026-02-05 20:20:39   STENBOL-Ji bo jina ku li Îskeleya Karakoy bi guman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de hat diyarkirinku mirinên biguman yên jinan nayên ronîkirin û ev ji polîtîkayên desthildariyê pêk tên.   Der barê mirina biguman a jina li Îskeleya Karakoy a Stenbolê hat dîtin de Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) li ber Îskeleya Karakoy daxuyaniyek da.   Li ser navê jinan Oyku Uluocak daxuyanî xwend.   ‘Encama bêcezahiştinê ye’   Oyku Uluocak da zanîn ku li Tirkiyeyê jin wek nasnameya wan ne diyar tên dîtin û got: “Çend roj berê li Şîşliyê bedena jinekê di konteynirê de hat dîtin.Em ji wê jî hatibûn gel hev. Em îro jî li virin. Li heman bajarî ji bo bedenên jinan yên tên dîtin em li virin.Gumanbar ji ber nayên cezakirin sûcan didomînin. Nokteya em îro lê ne encama vê ye. Sala borî 294 cînayetên jinan pêk hatin 297 jî mirinên biguman hebûn. Lê gumanbar nayên cezakirin.Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û cînayetên jinan rawestînin.”