Bîranînên 6’ê Sibatê: Ne erdhej, pergala rantxwir kuşt 2026-02-06 21:41:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Di sêyemîn salvegera erdhejên 6'ê Sibatê yên 2023'yan de, li Mêrdî, Riha û Îzmîrê, daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de bertek nîşanî îhmalkarî, polîtîkayên rantê û bêcezatiyê hatin dayîn. Her wiha hat diyarkirin ku ne erdhejê pegala rantxwiriyê mirov kuştin.   Ji ber sêyemîn salvegera erdhejên 6'ê Sibatê yên 2023'yan ku navenda wan Mereş bû û bandor li 11 bajaran kiribû, li gelek bajaran ji aliyê platform û hêzên ked, aştî û demokrasiyê ve çalakiyên bîranînê û daxuyaniyên çapemeniyê hatin lidarxistin.   Mêrdîn   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, li Parka Rêyên Bejayî ya navçeya Artukluyê hatin bal hev. Di bîranînê de Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Beritan Guneş Altın û Parlamenterê Partiya DEVA yê Mêrsînê Mehmet Emin Erkmen jî amade bûn. Daxuyanî li ser navê platformê ji aliyê Hevberdevka TMMOB'ê ya Bajêr Rabia Daş ve hate xwendin.   Rabia Daş anî ziman ku ew ê li dijî pergala rantê, bêcezatiyê û li dijî radestkirina xizmetên giştî ji bo piyaseyê têkoşîna xwe berdewam bikin. Daş got: "Ne erdhejê, îhmalkariyê kuşt. Divê berpirsiyarên rastîn hesab bidin."   Parlamentera DEM Partiyê Beritan Guneş Altın jî diyar kir ku dewletê piştî erdhejê li herêmê bi qasî pêwîst hebûna xwe nîşan nedaye û bal kişand ser mijara zarokên winda; destnîşan kir ku hîn jî nayê zanîn ka çend zarok winda ne.   Riha   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî li Novada Parkê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ku Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dilan Kunt jî beşdar bû, pankarta "Me ji bîr nekir, ne karesat lê îhmalkarî dikuje" hate hildan.   Li ser navê platformê Firat Doğan axivî û got ku di erdhejan de bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, bi milyonan mirov jî neçar mane koç bikin. Doğan diyar kir ku ev hilweşîn encama polîtîkayên li ser bingeha rantê ne û tevî ku sê sal derbas bûne jî, berpirsiyar nehatine darizandin.   Îzmîr   Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê têkildarî salvegera 3’yemîn a erdhejên 6’ê Sibatê li peykera erhejê ya Bayrakliyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pirsgirêkên welatiyên ku li herêma erdhejê dijîn hê jî berdewam dikin û hate destnîşan kirin ku dê hesab ji sîstema rantê û bêcazhiştin bê pirsin.   Daxuyanî li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê ji hêla Berdevkê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Hamdî Çalik ve hate xwendin. Hamdî Çalik bi bîr xist ku di 6’ê Sibata 2023’yan, bi erdhejên ku navenda wan navçeyên Bazarcix û Elbistanê yên Mereşê bûn û bi mezinahiya 7,8 û 7,5 qewimî bûn, bi dehan hezaran welatî canê xwe ji dest dan, bi sedan hezar kes birîndar bûn û jiyana bi milyonan kesan bi temamî hate guhertin û got: “Di salvegera 3emîn de, em wan kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin û em sond dixwin ku em ê li hemberî sîstema rantê û bêcezakirinê, têkoşîna xwe mezin bikin û em ê bêguman ji wan kesên ku bûne sedema vê wêraniya mezin, hesab bipirsin.”   Hamdî Çalik diyar kir ku li vî welatî, hejmara welatiyên ku di erdhejan de canê xwe ji dest dane, tu carî bi awayekî şefafnehatine eşkerekirin û got: “Li gorî daxuyaniyên fermî 53 hezar û 537 kesî jiyana xwe ji dest dane, 107 hezar û 213 kes birîndar bûne. Di heman demê de piştî karesatê zêdetirî 2 milyon kesî pirsgirêka penaberiyê/cîwarbûnê jiyîn, herî kêm 5 milyon kes neçar man ku koçî herêmên cuda bikin. Li gorî daneyên Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) jî, piştî erdhejan 658 hezar kesî derfetên xwe yên debarê ji dest dan. Lê belê em dizanin ku ev hejmar tenê beşeke biçûk a rastiyê nîşan didin.”