‘Dorpêçkirina Kobanê giran dibe û şoreşa jinan hedef tê girtin’ 2026-02-07 09:05:32   Rabîa Onver   MÊRDÎN - Aktîvîsta TJA’yê Perîhan Agaoglu da zanîn ku bi dorpêça Kobanê re însiyatîfa gel a demokratîk a bi pêşengiya jinan pêk hatiye hedef tê girtin û got tu aliyê wijdanî, mirovî yên van êrîşan tune ye.   HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê 19 roj in Kobanê dorpêç kirine û ev jiyana bi hezaran kesî tehdît dike. Li bajarê ku 600 hezar kes dijîn derman tune ye, şîrê zarokan û xurekên sereke hatine asta qedandinê. Ji ber birîna ceyranê, di hinek beşê nexweşxaneyan de xizmet nayê dayîn û hewcedariyên sereke yên gel tên astengkirin. Di navbera HSD û HTŞ’ê de di 30’ê Çileyê de peymanek hat îmzekirin û peyman ji 2’yê Sibatê de ket meriyetê. Lê dorpêç hîna didome.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu der barê êrîşên li ser Rojava û Kobanê de axivî.   ‘Însiyatîfa gel a demokratîk pêş ket’   Perîhan Agaoglu da zanîn ku ev berdewama pêvajoya komployê ye û wiha got: “Bi vê pêvajoyê re gelê her çar alî Kurdistanê tevî van têkoşîna xwe meşandin. Her kes dizane ku li Rojava destkeftiyek cîhanê hat bidestxistin. Bi şoreşa jinan a li Rojava ya li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê, hemû cîhanê xwe di ewlehiyê de hîs kir. Em dinêrin di feraseta dewletan de tu car demokrasî tune ye. Yanî welatên dibêjin em demokratîkin jî di esasê de li cîhanê mafên mirovan binpê kirine. Ji ber vê jî gavên şoreşê yên li Rojava gavên giranbuha bûn. Li wir însiyatîfa gel a demokratîk pêş ket. Ji ber vê jî ev  şoreşa bi pêşengiya jinan pêk hatiye hedef hat girtin.”   ‘Di pêvajoya tê meşandin de samimiyet tune ye’   Perîhan Agaoglu di berdewamiyê de daxuyakirin ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke aştiyê tê meşandin û li aliyê din jî li hember Kobanê û Rojava êrîş didomin û wih agot: “Di vir de tê dîtin ku di pêvajoya aştiyê de samimiyet tune ye. Rewşa Kobanê ji ya vir serbixwe nîne. Kurdan wek astengiya mezin dibînin. Naxwazin Kurd bibin xwedî gotin. Kobanê ji têkoşîn, hişmendî û hebûna jinan re bûye mînak. Têkoşîna li dijî DAıŞ’ê tê zanîn. Lê zîhniyeta DAIŞ’ê îro jî Kobanê dorpêç kiriye. Tu aliyê van êrîşan yên wijdanî û ahlaqî tune ye.”   ‘Xwestin Kobanê dagir bikin’   Perîhan Agaoglu di berdewamiyê de bi lêv kir ku bi têkoşîna li Kobanê hatiye meşandin re rumeta mirovahiyê ji nû ve veguheriye jiyanê û  got: “Tirkiye û Ewropa li dijî hemû êrîşan bêdeng mane.Li ber çavê cîhanê dixwazin Kobanê jî wek Xezayê dagir bikin. Ev ne dagirkirina axekê ya normal e. Ev mudaxaleya li jiyanê ye. Mudaxaleya sazbûna demografîk e. Ji ber vê dixwazin Kobanê dagir bikin. Têkoşîna ku Kurdan li her çar parçeyê Kurdistanê meşand li her derê deng da. Bi vê têkoşînê re wêrekî û yekitiya gelê Kurd derket pêş.Rojava destkeftî ye. Destkeftiyeke cîhanê ye.”