TJK-E û KCDK-E’yê ji bo çalakiyên 14’ê Sibatê banga seferberbûnê kir 2026-02-11 15:41:05   NAVENDA NÛÇEYAN  - TJK-E û KCDK-E’yê, ji bo çalakiyên ku wê bi şîara "Ji Rêber Apo re Azadî û ji Rojava re Statu" di 14’ê Sibatê de li bajarê Strasbourgê û bi dehan bajarên din werin lidarxistin, banga "seferberbûnê" kir.   Di daxuyaniya nivîskî de ev yek hatin gotin: "Komploya ku di 15’ê Sibata 1999’an de ji aliyê hêzên navneteweyî ve hate kirin, bi saya têkoşîna gelê Kurd a di pêşengtiya Rêber Apo de hate meşandin, negihîşt armanca xwe. Dewama komploya ji aliyê hêzên serwer ve li dijî gelê Kurd a 27 salan beriya niha hate pêşxistin, li gel êrîşên li bajarê Helebê hatin destpêkirin û piştre jî belav bûne seranserê Rojava tê domandin."   Dewama daxuyaniyê bi vî rengî ye:   "Piştî êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava li çar perçeyên Kurdistan, Ewropa û li seranserê cîhanê gelê Kurd û dostên wan rabûn ser piyan û xwedî li Rojava derketin. Gelê me bi ruhê têkoşîna li dijî komploya 15’ê Sibatê dorpêç pûç kir û kolan bi berxwedana milyonan veguherand serhildanan. Niyetên komploger û hevkarên wan ên dixwestin Rojhilata Navîn û Kurdistanê di tarîtiyê debihêlin, di ber wan de ma.   Êrişên qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê ku di 6'ê Çileya 2026'an de bi koordînasyona hêzên navneteweyî destpê kirin, versiyona duyemîn a nûkirî ya komploya 15'ê Sibatê ye. Metirsiya qirkirinê ku dewama komployê ye, li ser tevahiya Kurdistanê dewam dike. Eger berxwedana bi milyonan mirovî dewam neke, ku ji bo Rojavayê Kurdistanê rabûne ser piyan, ev metirsî wê li ser parçeyên din ên Kurdistanê veguhere qirkirinê.   Bi nêzîkbûna salvegereke din a komploya 15'ê Sibatê re êrişên barbar ên li Helebê destpê kirin û li Rojavayê Kurdistanê dewam kirin, bi berxwedana yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd di asteke mezin de hatin pûçkirin. Gelê Kurd û dostên wan ku li çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa, deverên cuda yên cîhanê rabûn ser piyan, helwesteke mezin nîşan dan û ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê xetek afirandin.   Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li hemberî azadî û rizgariya jinan a li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn, bi pêşengiya jinan bi milyonan kes daketin qadan û li dora dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bûn yek. Li hemberî modela netewe dewetê ku gelan berdide hev, fikrê neteweya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê hîn jî yekane rêya çareseriya şerên mezhebî û paşverû ye.   Bi navê TJK-E û KCDK-E'yê, li hemberî komploya 15'ê Sibatê û êrişên qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê ku dewama komployê ye, em bang li jin, ciwan, zarok, dostên xwe yên alîgirê demokrasî û mafên mirovan dikin ku beşdarî meşa navendî ya li Strasbourgê bibin ku wê bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re' bê lidarxistin û ji Bakurê Fransa, Belçîka, Hollanda, Elmanya û Swîsreyê tevlîbûn lê çêbibe. Ji bo meş û mîtîngên li Îngilistan, Awûstralya, Kanada, Awûstûrya, welatên Skandînavya, Marsîla, Îtalya, Yewnanistan û Qibrisê jî ku wê heman rojê bêne lidarxistin, em bang dikin ku bi xurtî tevlî bibin."