Meclîsa Jinan a Destnedanê Der Spiegel protesto kir 2026-02-12 21:51:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Destdanê, li Berlînê li ber buroya kovara Der Spiegel çalakiyek hat li dar xistin û nûçeya ku li dijî YPJ’ê hatibû weşandin hat protestokirin.   Li paytexta Berlîn a Almanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Destdanê li ber buroya kovara Der Spiegel çalakiyeke protestoyî hat li dar xistin.   Piştî vîdyoyek ku ji aliyê komeke çeteyên cîhadî ve li Rojavayê hatibû weşandin, li seranserê cîhanê peyamên piştgiriyê ji bo YPJ’ê hatibûn parvekirin û ev mijar di medyaya civakî de dengekî mezin veda. Di çalakiyê de nivîsa ku piştî vê pêvajoyê di Der Spiegelê de hatibû weşandin û tundiya çeteyan "baş" nîşan dida, hate protestokirin.   Di çalakiyê de ku her tim dirûşmên “Bijî Berxwedana YPJ” û “Jin, Jiyan, Azadî” dihatin qîrîn, peyama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jî hat xwendin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku nivîsa hatî weşandin ne çalakiya rojnamevaniyê ye; hat diyarkirin ku bi weşandina nûçeyên bi vî rengî, berxwedana jinên Kurd a ku li cîhanê bi rûmet tê dîtin, tê bêîtibarkirin. Hat îdîakirin ku weşandinên bi vî rengî wêrekiyê dide komên cîhadî û polîtîkayeke ku van komên çete "dinixumîne" dişopîne.   Di çalakiyê de bang li Der Spiegelê hate kirin ku nivîsa têkildar paşve bikişîne û di serî de ji jinên ku li Rojava li ser bingeha nirxên mirovahiyê û xeta azadiya jinê têdikoşin, ji hemû jinan lêborînê bixwaze.