Li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya xizmên windayan 2026-02-14 14:03:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakî li dar xistin û daxwaza darizandina kiryarên Mehdî Akdenîz, Metîn Can, Hasan Kaya û Cuneyt Aydinlar kirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakî lidar xistin û xwestin ku kiryarên Mehdî Akdenîz, Metîn Can, Hasan Kaya û Cuneyt Aydinlar bên darizandin.   Amed    Şaxa Amedê ya ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 888’an de çalakiya xwe ya bi dirûşma ‘bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ domandin. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu ya li navçeya Rezan hate lidarxistin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin li ser bûn, hate vekirin.   Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Mehdî Akdenîz hate xwendin ku 20’ê Sibata 1994’an li navçeya Pasûr a Amedê hate binçavkirin û êdî agahî jê nehat wergirtin.   Êlih   Li Êlihê jî çalakiya ÎHD û xizmên windayan di hefteya 724’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan dom kir. Di çalakiyê de aqûbeta Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Xarpêtê parêzer Metîn Can û endamê damezrîner Dr. Hasan Kaya hate pirsîn ku beriya 32 salan ji malên xwe hatin revandin û piştre hatin qetilkirin.   Colemêrg   Çalakiya li navçeya Gever a Colemêrgê di hefteya 214’an de dom kir. Di çalakiya li Kolana Hunerê de wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin, hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cuneyt Aydinlar hate pirsîn ku 20’ê Sibata 1994’an hate qetilkirin. Hevserokê Şaxa Colemêrgê ya ÎHD’ê Ozan Akbaş daxuyanî xwend.   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.