Kobanî hîna di bin dorpêçê de ye 2026-02-21 12:52:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê ya ku ji 20’ê Çileyê ve ji aliyê çeteyên hikumeta demkî ve hatiye dorpêçkirin, xurek û derman tune dibin. Ji bo astengkirina karesateke muhtemel, bang tê kirin ku korîdora mirovî were vekirin.   Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku ji 20’ê Çileyê ve Kobanê dorpêç kiriye, rê girtine û nahêlin alîkariyên mirovî û bijîşkî derbasî bajar bibin.    Dorpêçê bandoreke nerênî ya rasterast li qada tenduristiyê kir. Derman û pêdiviyên bijîşkî li nexweşxaneyan, bi taybetî dermanên nexweşiyên giran gelekî kêm bûne.   Her wiha peydanebûna şîrên zarokan, tunebûna alternatîfan û belavbûna diyardeya nebaşiya xurekê jiyana bi sedan pitikan dixe xetereyê.   Di heman demê de tunebûna sotemeniyê û paşketina xizmetên ceyran û avê zehmetiyên nêzî 600 hezar şêniyan, bi taybet koçberan, zêdetir kiriye.   Şênî banga lezgîn a vekirina korîdorên mirovî ji bo derbasbûna alîkariyan dikin û diyar dikin ku dorpêç binpêkirina qanûnên mirovî ye û jiyana şêniyan dixe metirsiyê.