Piştî pîrozbahiya Newroza Sîlopyayê meş 2026-03-24 16:42:03   ŞIRNEX - Piştî pîrozbahiya bi coş a Cejna Newrozê li navçeya Silopiya ya Şirnexê, bi deh hezaran kes li ber sirûdên pîrozbahiyê meşiyan.   Pîrozbahiya Cejna Newrozê li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi coşek mezin bi dawî bû. Piştî pîrozbahiyê, bi deh hezaran kes li ber sirûda  "Çarxa Şoreşê" meşiyan.   Di tevahiya meşê de, gelek caran dirûşmên wekî "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Piştî meşê, girseyê karwanek ji wesayîtan çêkir.