Jinên beşdarî festîvala 4'ê Nîsanê bûn: Bila Rêberê me di nav me de be 2026-04-03 11:44:44   Evîn Çiftçi-Derya Ren   RIHA - Jinên beşdarî festîvala ku bi boneya 77'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin bûn, wiha gotin, "Bila Rêberê me di nav me de be."   Festîvala Amarayê ya bi dirûşmeya "Ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bi Rêbertiya Azad ve" di çarçoveya 77'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye organîzekirin, di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike.   Jinên ku beşdarî festîvalê bûn peyama "Bila Rêberê me di nav me de be" dan.