Li Mêrdînê lêgerîna ji bo nexweşa Alzheimerê didome 2026-04-03 15:04:11   MÊRDÎN - Li navçeya Qoser a Mêrdînê ev 2 roj in nexweşa Alzheimerê Cemîle Ozkan (80) winda ye û xebatên lêgerînê didomin.   Li gundê Mîstafamîlîk ê navçeya Qoser a Mêrdînê, ev 2 roj in xebatên lêgerînê ji bo nexweşa Alzheimerê Cemîle Ozkan (80) didomin.   Cemîle Ozkan a ku piştî ji mal derket, heta niha tu agahî jê nehatiye wergirtin. Komên cendirme, AFAD û xizmên wê li herêmê xebatên lêgerînê didomînin. Di lêgerînê de heta niha tu şopek nehatiye dîtin.