Ji dayika zaroka wê girtiye bang: Em azadiya girtiyan dixwazin 2026-04-08 09:02:38   Buşra Turan   AGIRÎ - Li navçeya Panos a Agiriyê Melek Kartal ya 14 salî hat binçavkirin û bi  salane girtî ye. Dayika wê Aynur Polat der barê dijhiqûqiyên ku hatine jiyîn de axivî û got: “Di temenê zarokatiyê de keça min hat girtin. Keça min ya 14 salî xistin hucreyên tarî. Em êdî aştiyê dixwazin û divê hemû girtî azad bibin.”   Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê hejmara girtiyên siyasî 15 hezar derbas kiriye û li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Tevî pêvajoya Aştî û Civaka DemokratÎk hîna jî sererastkirinek qanûnî nehatiye kirin. Malbatên girtiyan daxwaz dikin ku desthilatdarî bila dest ji polîtîkayên mijûlkirinê berdin û gavên hiqûqî-şênber bavêjin.   Dayika girtiya bi navê Melek Kartal ku 14 salî bû li Panos a Agiriyê hat binçavkirin û bi salane ji girtîgehekê surgunê girtîgeheke din tê kirin, Aynur Polat der barê tiştên dijîn de axivî.   Zaroka 14 salî binçavkirin   Aynur Polat da zanîn ku keça wê Melek Kartal 14 salî di serdegirtina malê de hatiye  binçavirin û wiha got: “Polîsan bi ser mala me de girtin. Ji bo keça min ya 14 salî bû. Melek girtin û çûn. Ez jî bi zor bi wan re çûm. Melek bi tena serê xwe kirin hucreyek tarî. Du sê polîs ji bo lêpirsînê çûn cem Melekê. Dijûn, heqeret, tehdîd her tişt gotin. Melek biçûk bû. Min xwe avêt ber derî. Piştî vê bûyerê dozger talîmat da mal dîsa bê lêgerînkirin. Em çûn lêgerîn kirin. Ji lêgerînê tiştek derneket. Melek berdan, hefteyek şûnde dîsa bi ser malê de girtin.”   Li zarokan Îşkence   Aynur Polat wiha berdewam kir: “Di serdegirtina duyemîn de keça min Melek hat binçavkirin û hevjînê min ji doza KCK’ê hat girtin. 4 zarokên min yên biçûk li malê bûn. . Berê çekan dan serê me. Polîs mêr bûn. Yek polîsek jin tunebû. Em bi vî awayî lêgerîn kirin.Zarokên min hemû digiriyan.”   ‘Bila tecrîda li ser jinan rabe’   Aynur Polat wiha dawî lê anî: “Keça min li girtîgeha jinan a Sîncanê girtî ye.  Derfetên me tune ne em ziyaret bikin. Daxwaza me ev e ku hemû girtî bên berdan. Em di cejnan de dikarin biçin hevdîtinê. Herî dawî sala borî em çûn. Em di vê cejnê de neçûn. Daxwaza me ev ku hemû girtî bên berdan. Sûcê tu kesî tune ye. Bêyî sûc girtîne. Bila zextên li ser girtiyên jin berdin. Bila aştî bê û dayik negirîn. Divê dewlet gavên hiqûqî bavêje.”