Li Enqereyê jinek hat qetilkirin 2026-04-08 17:35:34     ENQERE - Li navçeya Keçîoren a Enqereyê Huseyîn Duran jina bi navê Şahsenem Zoroglu qetil kir.   Li navçeya Keçîoren a Enqereyê Huseyîn Duran jina bi navê Şahsenem Zoroglu bi çekê qetil kir.Gumanbar piştre jî xwe kuşt. Piştî agahî hat dayîn ekîbên polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyerê.   Di lêkolîna ewil de hat diyarkirin ku Şahsenem Zoroglu jiyana xwe ji dest daye.   Hat hînbûn ku piştî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.