‘Mifteya çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan e’ 2026-04-09 09:02:28   AGIRÎ- Çîgdem Gur da zanin ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiya civakî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz e û wiha got: “Birêz Ocalan ne tenê şexsek e, mifteya çareseriya krîza li Rojhilata Navîn e. Ji ber vê jî divê demildest biryarên DMME’yê pêk bên û di çarçoveya mafê hêviyê de şertên azadiya fîzîkî pêk bên.”   Di vê pêvajoya ku siyaseta cîhanê û hevsengiyên li Rojhilata Navîn ji nû ve teşe dibe, avakirina modela ‘civaka demokratîk’, yek mifteya esas a aştiya herêmê dertê pêş. Tevî biryara DMME’yê ya mafê hêviyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye dayîn Tirkiyeyê biryar nekiriye jiyanê.   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Agiriyê Çîgdem Gur, der barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk de nirxandin kir.   ‘Aktorê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan e’   Çîgdem Gur da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mifteya herî mezin a çareserî û pêvajoyê ye û wiha got: “Ji banga Civaka Demokratîk bigirin heta feshkirina PKK’ê, ji biryara bêçekbûnê bigirin heta şewitandina çekan û gelek biryarên din li Îmraliyê da. Partiya wî jî di esasê gava dawî de yek alî gav avêtin. Ji bo samimiyet û baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê. Muxatabê pêvajoyê Abdullah Ocalan e. Di vî alî de divê di şertên azad de xebatên xwe bimeşîne.”   ‘Divê dewlet gavên şênber bavêje’   Çîgdem Gur diyar kir ku hikûmet û dewlet dereng maye û wiha bi lêv kir: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk bê divê zemîna siyasî û hiqûqî bê avakirin. Divê dewlet li gorî banga Birêz Bahçelî tevbigere û azadiya fîzîkî pêk bîne, ji bo vê hewldana zemîna hiqûqî û siyasî nîşan bide. Bi qasî wêrekiya di şer de divê di aştiyê de jî israr û wêrekî hebe. Aştiya li Rojhilata Navîn, çareseriya krîzên tên jiyîn manîfestoya civaka demokratîk û mîmarê wê azadiya Birêz Ocalan pêkan e.”   ‘Birêz Ocalan felsefe ye’   Çîgdem Gur di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekitiya neteweya Kurd xurt dike û ev ji bo hemû aliyên civakê girîng e û wiha dawî lê anî: “Azadiya Birêz Ocalan azadiya jin, ciwan û hemû aliyên civakê ye. Azadiya Birêz Ocalan çareseriya herî mezin a pirsgirêka li Rojhilata Navîn e. Birêz Ocalan ne tenê şexsek e, di heman demê de teşeyê jiyan û feraseta kolektîf e. Divê demildest biryarên DMME’yê pêk bên û mafê hêviyê bikeve jiyanê.”