‘Em yekîtiyê ava bikin wê aştî jî bê’ 2026-04-13 09:02:39   Evîn Çîftçî   OSMANIYE - Peyxan Orhan ku ji ber zext, îşkence û ferzkirina cerdevaniyê neçar ma koçber bibe û zarokekî xwe di têkoşîna azadiyê de winda kir, da zanîn ku ew dest ji mafên xwe bernadin û wiha vegot: “Em binin yek em ê bikaribin aştiyê jî bînin.”   Di salên 1990’î de li Kurdistanê ji ber zext û ferzkirinên cerdevaniyê yên li ser gel bi hezaran malbat neçar man ji axa xwe koçber bibin. Jinên koçber yên jiyana xwe di nava xwezayê de derbas dikirin, vê pêvajoyê ne tenê wek guhertina cih, wek qutbûna ji kevneşopî û hilbreînê jî dinirxînin. Jinên li dijî polîtîkayên koçberkirin û bênasnamekirinê yên dewletê, li cihên ku bi cih bûn jî jiyan ji nû ve ava kirin û çanda xwe domandin.   Yek ji koçberên ku ji axa xwe hat surgunkirin û zarokekî xwe di têkoşîna azadiyê de winda kir Peyxan Orhan e.   Peyxan Orhan ji gundê Meydan a navçeya Hîzan a Bedlîsê koçî Osmaniyê kir, der barê jiyana xwe û pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de axivî.   Ji koçeriyê ber bi surgunê ve   Peyxan Orhan da zanîn ku ji ber îşkence û zilma dewletê koçber bûne û wiha got: “Kurê min ji ber zilm û îşkenceyê tevli gerîla bû. Digotin hûn terorîst in û îşkence li me dikirin. Digotin hûn neçin em ê her roj îşkenceyê bikin. Beriya em koç bikin me koçerî dikir. Me li Wan û Mêrdînê koçerî dikir. Pezê me hebû. Min 2000-300 pez didot. Piştî zarokên me çêbûn jî me dev ji karê xwe berneda. Demên xweş bûn.”   ‘Sedema zilmê Kurdbûna me bû’   Peyxan Orhan bi lêv kir ku bi zor hatine koçberkirin û li Osmaniyê bicih bûne û wiha domand: “Em li Osmaniyê bi nîjadperestiyê re hatin rû hev. Gel nîjadperestî dikir. Em di alî aborî de ketin zorê. Piştre me çend pez girtin. Cîranan gotin hûn li vir nikarin sewalan xwedî bikin. Zext li me dikirin. Lê sedema vê zilmê Kurdbûna me bû. Elewî baş nêzî me dibûn. Hîna têkiliya me bi wan re didome.”   ‘Di şopa wî de çûn’   Peyxan Orhan destnîşan kir ku  kurê wê ji ber îşkence û zextan ji biçûkatiya xwe de li dijî pergalê bi hêrs bûye û di vê mijarê de jî wiha got: “Gelek hevalên wî jî ji ber jiyan û fikrên wî bi bandor bûn. Di şopa wî de meşiyan. Kurê min nêzî 5 salan gerîla ma. Piştre li Herekolê şehîd ket. Du meh şûnde me agahiya wî girt. Bedena kurê min 4-5 mehan li cihê şehît ket ma. Me 7 caran serlêdan kir lê me nikaribû cenaze bigirta. Piştre bi alîkariya hinek kesan em fêr bûn ku cenaze li Goristana Zêwe ya Sêrtê hatiye definkirin. Min bi derfetên xwe çû navê wî li ser gora wî nivîsî. Ez her tim diçim ser gora wî.”   ‘Em bibin yek wê aştî jî pêk bê’   Peyxan Orhan balkişand ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û daxuyakirin ku dewletê hîna gavek şênber navêtiye û wiha dawî lê anî: “Em dest ji mafên xwe bernadin. Gel û gerîla pir li berxwe da. Vî gelî zilm dît û îşkence dît. Zarokên me hatin qetilkirin windakirin, îşkencekirin. Em bi têkoşîna li dijî zilmê dikarin bi ser bikevin. Em dest ji mafên xwe bernadin. Divê dewlet gavê bavêje. Em bibin yek wê aştî bê ser vê axê.”