Mûcîzeya Navenda Jiyana bi hev re a Musa Anter 2026-04-13 13:33:08   AMED - Dersên taybet ên spor û perwerdeyê li Navenda Jiyana bi hev re ya Musa Anter ku ji aliyê Gerînendetiya Xizmetên Astengdaran û Pîr û Kalan a Şaredariya Peyasê ve tê birêvebirin, bi awayekî girîng alîkariya pêşveçûn û jêhatîbûna zarokan dikin.   Li vê navendê ya ku di bin sîwana Gerînendetiya Xizmetên Astengdaran û Pîr û Kalan a Şaredariya Peyasê de dixebite, perwerdeya sporê ya bi amûrên taybet tê dayîn. Ev perwerde çelengî, hevsengî, hêza masûlkan û hevrêziya dest-çav-laşî bi pêş dixe û bandoreke erênî ya mezin li ser pêşketina fîzîkî ya zarokan dike.   Bi rêya pisporan kursên perwerdeyê   Li heman navendê, bi rêya çalakiyên ku ji bo pêşxistina şiyanên têgihiştin û afirîneriyê hatine amadekirin, beşdariyeke girîng di pêşketina zîhnî ya zarokan de tê kirin. Di nav perwerdehiyê de ev ders tên dayîn; temrînên xêzkirinê, naskirina tîpan û hejmaran, perwerdeya xwendin û nivîsandinê, lêkdan û jêdanên hêsan, fêrbûna rengan, bi rêya wêneyan naskirina tiştan û ajalan, bikaranîna kartên bîrê û dersên hunerê. Ev hemû jî jêhatîbûn û têgihîştina şiyanên xwendekaran bi xurtî pêş dixin.   Malbat: "Em pêşketinê dibînin!"   Dê û bavên zarokên ku li Navenda Jiyana bi hev re a Musa Anter dixwînin, dibêjin ku ew di rewşa herî xweş de ne ku pêşketina zarokên xwe ji nêz ve dişopînin. Ew ji vê xizmeta ku ji aliyê şaredariyê ve tê pêşkêşkirin, pir kêfxweş û razî ne.