Dosya Gulistan Doku: Divê hesab bê dayîn 2026-04-18 09:04:30   Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku Gulîstan Doku di mirinên bi gûman yên jinan de nokteya girînge û gotin: “Heta aqûbeta Gulîstan Doku ronî nebe, wê mirinên bi gûman yên jinan zêde bibin.”   Têkildarî windakirina xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulistan Doku, 13’ê Nîsnê 13 kes hatin binçavkirin. Ji 13  kesên hatin binçavkirin 4 sewkî edliyeyê haitnkirin. Polîsê bi navê Gokhan Ertok ê ku ji karta telefonê hinek agahî jê biribûn bi sûcê “windakirin an guhertina delîlan” hate girtin û wezîfedarê Îdareya Taybet a Bajêr Erdogan Elaldi jî bi sûcê “kuştina bi zanebûn” hate girtin. Berpirsiyarê kamerayê yê Zanîngeha Munzurê Suleyman Onalan û Savaş Gulturk jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Dêrsimê hatin kirin. Suleyman Onalan û Savaş Gulturk piştî îfadeyê hatin berdan.   Jinan der barê pêşketinên dosyayê de nirxandin kir.   ‘Em hîna jî tam nizanin çi bi Gulîstanê hatiye’   Endama Meclîsa Nûnerên Piştevaniya Mor Zeynep Eda Berfîn Tozlu got ew 6 sal e pirsa ‘Çi bi Gulîstan Doku hat?’ dikin û got jinan û malbata Gulîstan Doku tu carî dest ji têkoşînê bernedane.Zeynep Eda Berfîn Tozlu wiha got: “Pêşketina îro di dosyayê de hatiye jiyîn encama têkoşîna jinan e. Divê ev wek hewldaneke çareseriya hiqûqê, sererastkirina hiqûqê ya wezîr Akin Gurlek neyê dîtin. Em ji xwe Akin Gurlek dizanin, di demên berê de jî dizanin biryarên çawa derxistiye û mirovekî çawa ye. Ev aliyekî divê ji nedîtîve neyê ye.Ev 6 sal e em li Gulîstanê digerin. Em bi parastina gumanbaran re hatin rû hev. Hîna jî tê veşartin lê êdî nikarin her tişt derdikeve holê. Me ev her tim di rojevê de hişt. Em hîna jî tam nizanin ku çi bi Gulîstanê hatiye.”   ‘Em ê hesab bipirsin’   Zeynep Eda Berfîn Tozlu axaftina xwe wiha berdewam kir: “di çarçoveya dosyayê de 13 kes hatin binçavkirin. Ev encama têkoşîna me ye. Me di rojeva xwe de hişt û me hesab pirsî. Êdî ser bûyerê nikare bê girtin. Lê divê em niha zêdetir dengê xwe bilind bikin. Divê em bêjin ku em dest ji dozê bernadin. Em bêjin em destur nadin ser bûyerê bê girtin. Em ê hesabê vê bipirsin û tu car dest ji vê dozê bernedin.”    ‘Gulîstan Doku di mirinên bi gûman ên jinan de nokteyeke girînge’   Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Tulîn Osmanogullari jî got Gulîstan Doku di mirinên bi gûman yên jinan de nokteyeke girînge û  got: “Me her tim ev got. Heta bûyera Gulîstan Doku ronî nebe wê mirinên bi gûman yên jinan zêde bibin û wisa jî bû. 6 sal der bas bû. Têkoşînek mezin hat dayîn. Her kes Dêrsîmê dizane. Her der bi kamerayên mobesyê hatine dorpêçkirin. Li cihekî wisa 6 sal e aqûbeta Gulîstanê nayê zanîn. Hewl dan ser bûyerê bigirin. Delîl reş kirin. Gumanbar hatin parastin.  Divê hikûmeta AKP’ê ji vê dosyayê bibîne ku welat aniye çi rewşê.  Derdê desthilatdariyê ne derxistina holê ya mirinên jinan e. Mirinên bi gûman yên jinan bi saya têkoşîna jinan dertên holê. Divê wezîrê dadê yê berê hesab bide. Wezîrê karê hundir hesab bide. Ger hesab neyên dayîn em nikarin pêş bikevin. Divê gumanbar bên cezakirin û  hesab bidin.”    ‘Ger bixwazin dikarin her cînayetê jî ronî bikin’   Ji Tora Parastina Jinan Gîzem Coşkun jî wiha got: “Ev 6 sal e em pirsa ‘Çi bi Gulîstan Doku hat?’ dikin. Bi taybet malbata wê di vê mijarê de têkoşînek mezin da.  Malbatê û bi taybet jî xwişka wê têkoşînek mezin da û em jî ji wan fêr bûn. Hemû texmîn derketin holê. Tiştekî pir cidî hebû. Me dizanibû ev bûyer tê veşartin, dewlet vedişêre. Me tenê nizanîbû kî ye. Ev jî nîşan dide ku ger bixwazin dikarin hemû cînayetên jinan, mirinên bi gûman aşkera bikin.”