Jin ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin 2026-04-19 10:45:14   STENBOL - Jin bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji 3 navçeyên Stenbolê ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin.   Meşa Gemlîkê ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û dirûşmeya “Dema jinê ye, dema azadî û Rêbertiya azad e” dewam dike. Ji 3 navçeyên Stenbolê gelek jin li otobusan siwar bûn û ber bi navçeya Gemlîk a Bûrsayê ve bi rê ketin.   Li navçeya Bahçelîevlerê li Rawestgeha Kuleli ya Taxa Yenîbosnayê jin li hev civiyan û bi rê ketin. Jinan bi tilîlî û çepikan gelek caran dirûşmên wekî "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" berzkirin.   Kombûna duyem jî li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya bajêr pêk hat. Jinên ku saetên sibehê li hev kombûn, bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin.   Her wiha jinan li qada Neyzen Tevfîk a navçeya Kartalê kom bûn. Li vir Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar û Berdevka Meclîsa Jinan a Stenbolê ya DEM Partiyê Kamîle Kandal jî amade bûn. Li vir jî jinan bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ û tilîliyan dest bi rêwîtiya xwe kirin.