Kongra Star pêşmergeyên jin bi bîr anî 2026-04-19 15:10:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star 3 pêşmergeyên jin ên di êrişên Îranê de şehîd ketîn bi bîr anîn û banga xwedîlêderketina têkoşînê kir.   Koordînasyona Kongra Star, têkildarî êrişên rejîma Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û şehadeta 3 pêşmergeyên jin ên bi navên Xezal Mewlan, Nada Misrî û Samîra Allahyarî daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de êriş bi tundî hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku ev êriş ne tenê leşkerî ne, di heman demê de êrişên rasterast ên li dijî vîna jinan, civakê û yekitiya gelê Kurd in.   ‘Êriş li dijî yekîtiya Kurdan e’   Kongra Star bal kişand ser hedefgirtina jinan û diyar kir ku zîhniyeta ku têkoşîna jinan qebûl nake, bi van êrişan dixwaze tirsê di nava civakê de belav bike û berxwedana jinan bişkîne. Di heman demê de, hate diyarkirin ku ev êriş wekî astengkirina hewldanên yekitiya Kurdan û lawazkirina statuya siyasî ya herêmê tên meşandin.   Kongra Star pêkanînên li dijî jinên şehîd ketîn da û ev pêkanîn wekî, “Şermeke civakî û birîneke kûr a wijdanî” pênase kir û destnîşan kir ku hiştina jineke xwedî mîrateya berxwedanê bi tenê, li gorî tu nirxên exlaqî û mirovî nîne.   ‘Li dijî êrişan helwestek zelal nîşan bidin’   Di dawiyê de, Kongra Star bang li raya giştî ya navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, saziyên jinan û tevahiya gelê Kurd kir ku li dijî van êrişan helwesteke zelal nîşan bidin, xwedî li nirxên xwe derkevin û hevgirtina xwe xurt bikin.