Ji bo Gulîstan Doku bang kirin: Em dest ji vê dozê bernadin 2026-04-20 20:34:33   ANTALYA – Platforma Jinan a Antalyayê, bi daxuyaniyekê  derbarê pêşketinên doza Gulîstan Doku de got, "Heta ku aqûbeta Gulistan Doku zelal nebe û edaleteke rastîn pêk neyê, em ê dev ji vê dozê bernedin. Ev ne tenê doza Gulîstan e. Ev têkoşîneke ji bo mafê jiyanê yê jinan e. Ev têkoşîneke ji bo rastî û edaletê ye."   Platforma Jinan a Antalyayê li Qada Attalosê ji bo Gulîstan Doku daxuyanî li dar xist. Derya Polat daxuyaniya çapemeniyê xwend. Derya Polat diyar kir ku di dema lêpirsîna Gulîstan Doku de, lêpirsîn bi awayekî sîstematîk hatiye paşxistin, delîl hatine veşartin û berpirsiyar hatine parastin.   'Siyaseta bêcezatiyê eşkere kir'   Derya Polat destnîşan kir ku îtîraf û îfadeyên şahidan ên vê dawiyê ne tenê windabûnek, lê di heman demê de hewldanek rêxistinkirî ji bo veşartina rastiyê jî eşkere kirine, bi taybetî îdiayên derbarê kurê Waliyê Dêrsime yê wê demê de diyar kirin  ku ev yek siyaseta bêcezatiyê eşkere kir. Derya Polat anî ziman  k ku gumanên bi salan e têne gotin niha bi daxuyaniyên berbiçav têne xurt kirin û rêxistinên jinan û parêzvanên mafên mirovan berdewam dipirsin, "Gulistan Doku li ku ye?" û got ku ev pirs di heman demê de nîşaneya gefên li ser mafê jiyanê yê jinan e.   ‘Ev têkoşîna heqîqet û dedaletê ye’   Derya Polat bi berdewamî wiha got, “Daxwaza me zelalkirina kuştina Rojin Kabaiş, Îlayda Zorlu, Rabia Naz Vatan, Nadira Kadarova, Narin Guran, Sevda Kurt, Şule Çet, Rojwelat Kızmaz (ku piştî Gulîstan di bin şert û mercên bi gûman de jiyana xwe ji dest da û gelek jinên din e. Edalet ne bi perçeyên ku di nav pevçûnên qirêj ên desthilatdaran de belav bûne, lê ji rastiyên ku jinan bi destên xwe derxistine holê dê were. Em careke din diyar dikin: Heta ku aqûbeta Gulîstan Doku neyê zelalkirin û edaleta rastîn neyê bicîhanîn, em ê dev ji vê dozê bernedin. Ev ne tenê doza Gulistan e. Ev têkoşînek ji bo mafê jiyanê yê jinan e. Ev têkoşînek ji bo rastî û edaletê ye."