Xwendekaran li Dêrsimê meş li dar xist 2026-04-21 13:49:24   DÊRSIM - Xwendekarên Zanîngeha Munzurê, ji bo Gulistan Dokuyê li kampûsa zanîngehê meş li dar xist.    Xwendekarên Zanîngeha Munzurê, ji bo Gulistan Dokuyê li kampûsa zanîngehê meş li dar xist. Xwendekaran, di meşê de dirûşmên “Gulistan Doku li ku derê ye?”, “Bêdeng nebe, her ku bêdeng dimînî dorê dê were te”, “Deng bide Rojînê”, “Jin, jiyan, azadî”, “Jinên hatine qetillkrin serhildana me ne”, “Cînayetên jinan polîtîk in”, “Destên ji bo jinan radibin bila bişikên” û “Edalet ji bo Gulistanê” berz kirin.     Ciwanên ku li tevahiya kampûsê meş li dar xist, dema dixwestin meşa xwe bidomînin, polîsan destûr neda. Li ser vê yekê xwendekaran bi pirsa “Gulistan li ku derê ye?” bertek nîşanî polîsan dan. Li ser vê yekê xwendekar heta pêşiya Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Dêrsimê meşiyan.    Xwendekarên demekê li vir sekinîn û çalakî bi dirûşman bi dawî bû.