Ji bo Gulistan Doku û mirinên bi guman ên jinan meş hat lidarxistin 2026-04-24 15:11:50   DÊRSIM - Di meşa ji bo Gulistan Doku û jinên din ên hatine kuştin de, hate gotin, "Ger îro rastî ji bo Gulistan Doku tê eşkerekirin, ew ê ji bo Rojwelat Kizmaz, Rojin Kabaiş û Esma Kiliçaslan jî were eşkerekirin."   Platforma Şaxên Dêrsimê ya Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK) ji bo bîranîna Gulistan Doku û jinên din ên hatine kuştin meşek li dar xist. Xelk ji bo meşê li Kolana Sanatê kom bûn. Girseyê pankarta "Em ê kesekî din winda nekin; bila rastî eşkere bibe. Bila sûcdar bên darizandin" hilgirtin û ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên wekî "Cinayetên jinan siyasî ne", "Dersim, bêdeng nemînin, Gulistanê ji bîr nekin" û "Edalet ji bo Gulistanê" hatin berzkirin.   Piştî meşê, hevseroka şaxa SES'ê ya Dêrsimê Serap Kahraman axivî û diyar kir ku tevî demek dirêj e jî edalet nehatiye bicihanîn û doza Gulistan Doku bûye sembola gefên sîstematîk ên li dijî mafê jiyanê yê jinan, ewlehiya ciwanan.   Daxuyanî bi pênc deqeyan a çalakiya rûniştinê bi dawî bû.