Li dijî mirinên bi gûman ên jinan daxuyanî 2026-04-25 16:47:54   COLEMÊRG - Jinan, bal kişandin ser delîl û pêşketinên nû yên derbarê doza Gulîstan Doku de, daxwaza lêkolîna hemû mirinên jinan ên li Dêrsimê kirin ku wekî xwekuştin an windabûn hatine qeydkirin.   Li Colemêrgê, Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Gelemperî (KESK) li Kolana Bulvarê derbarê pêşketinên doza Gulistan Doku û jinên kuştî de civîneke çapemeniyê li dar xist. Pankartek bi nivîsa "Em dev ji vê dozê bernadin, Gülîstan Doku li ku ye?" hat vekirin.   'Divê mirinên jinan ên bi guman werin lêkolînkirin'   Sekretera hiqûqê ya Sendîkaya Perwerdehiyê ya Colemêrgê Muazzez Kurt, diyar kir ku divê hemû "mirinên bi gûman" ên jinan ên li Dêrsimê werin lêkolînkirin û got, "Doza Gulistan Doku bûye sembola gefên sîstematîk ên li ser mafê jiyanê yê jinan, ewlehiya ciwanan û hesta edaletê ya raya giştî. Ji ber vê yekê, ne tenê doza Gülistan Doku, lê divê hemû mirin û windabûnên gumanbar ên jinan.  Li Dêrsimê bi awayekî serbixwe divê bêalî û bi tevahî ji nû ve werin lêkolînkirin. Divê her bûyerek ku di raya giştî de guman derxistiye holê, nemaze mirina hevala nêzîk a Gulîstan Doku Rojwelat Kızmaz, bi hemû aliyên xwe were zelalkirin."   Daxuyanî bi dirûşma, "Ji Gulîstan Doku re edalet ji her kesî re edalet" bi dawî bû.