Tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xerabtir dibe 2026-05-03 12:13:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşa tenduristiya parastvana mafê mirovan û xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê Nêrgiz Mihemedî ya di girtîgeheke Îranê tê ragirtin her ku dixe xerabtir dibe. Malbat û Komîteya Tenduristiyê bang kirin ku Nêrgiz Mihemedî demildest sewqî nexweşxaneyê were kirin û were dermankirin.   Malbata Nêrgiz Mihemedî (54) da zanîn ku roja înê Nêrgiz Mihemed di kêliya dawî de rakirine nexweşxaneyê û anî ziman ku ev gav bi derengî hatiye avêtin Birayê Nergizê Hamîdreza Mihemedî ê ji BBCê re axiviyev got ku tansiyona Nêrgizê gelek ketiye û hêj jî rast nebûye.