Li Amedê meşa rûmetê ya astengdaran hat lidarxistin 2026-05-03 14:34:34   AMED – Li Amedê ji ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heta Sumerparqê meşa rûmetê ya astengdaran hat lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn û bal kişandin ser pêwîstiya ku kesên astengdar di hemû warên jiyanê de roleke çalak bilîzin.   Bi pêşengiya Federasyona Astengdaran li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heta Sumerparkê meşek girseyî hat lidarxisstin. Ji 7 salî heta 70 salî gelek kesên ku tevlî meşê bûn, dovîz hatin bilindkirin û dirûşme hatin berzkirin.   Beriya destpêkirina meşê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak axivî û bal kişand ser girîngiya hişyariyê û got, “Em gelek kêfxweş in ku me bi hev re meşa rûmetê li dar xist. Lê em ê tenê meşê nekin hevalno; wekî pêdiviyek ji manîfestoya me, ji dema ku em di sala 2024’an de di rêveberiyên herêmî de hatin hilbijartin, me li her derê rêveberî û beşên astengdariyê ava kirin. Wekî din, me bi dehan komxebat û lêkolîn li dar xistin. Dibe ku me li ser mijarên cûrbecûr atolye û lêkolîn li dar xistine ku hêza serdest a vî welatî di rêveberiyên herêmî de qet li wan nafikire. Me ev hemû ji bo rêxistinkirinê kirin. Me ev kir ji bo hişyarkirina li ser wê rastiyê ku mirovên astengdar, mîna gelek komên din ên ku li vî welatî têne paşguhkirin, têne paşguhkirin. Van komxebatan ji me re gotin ku divê em li qadê bin. Ez dikarim bêjim ku me jî dest bi xebata xwe kiriye. Divê hevkarên me jî van lêkolînan bişopînin da ku ji rojevê dernekevin.”   Bi çepik, tililî û dirûşmeyan meşa ku gihîşt Sûmerparkê, piştre forum li dar xist.