Jin ji bo YPJ'ê daketin qadan 2026-05-13 14:58:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Tirbespiyê ji bo piştgiriya YPJ'ê meşeke girseyî hat lidarxistin û rola wê di parastina mafên jinan û civakê de hat vegotin.   Di çarçoveya kampanyaya "Em hemû YPJ ne" û "YPJ hebûna me ye" de ku 26'ê Nîsanê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Rojava ve hate destpêkirin, Kongra Star meşeke girseyî li bajarê Tirbespiyê li dar xist.   Meşê bi beşdariya girseyeke mezin a jinên ji pêkhateyên bajar ji pêşiya avahiya Kongra Star dest pê kir. Di meşê de alên YPJ'ê hatin vekirin û dirûşmên silavkirina berxwedana wê hatin berzkirin.   Meş li pêşiya avahiya Meclisa Bajêr sekinî. Li wir endama Kongra Star Xaliya Ehmed axivî û anî ziman ku jinên ji Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo piştgiriya YPJ'ê daketina qadan û ev li gotinên xwe zêde kir: "YPJ bi destpêka şoreşa Sûriyeyê re ava bû. Di salên borî de li ser astên leşkerî, civakî û rêxistinî de destkeftiyên mezin bi dest xistine. YPJ'ê ji bo parastina jinan û mafên wan destkeftiyên mezin bi dest xistine."   Xaliyayê diyar kir ku ezmûna jinan a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bûye nimuneyek dikare li ser asta Sûriyeyê sûd jê were girtin, lew ra divê dstkeftiyên wê werin parastin û rola jinan di avakirina siberoja demokratîk a Sûriyeyê were parastin.   Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina YPJ'ê bi dawî bû.