Standa Zimanê Kurdî bi belavkirina belavokan bidawî bû 2026-05-14 18:14:04   WAN - Standa di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de ji aliyê KURDÎGEH’ê ve hatibû destpêkirin, bi belavkirina belavokan a ji bo meşa ku sibê pêk bê tê, bidawî bû.   Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî  (KURDÎGEH) ya Wanê  bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di 9’ê Gulanê de bername dan destp^keirin û di roja dawî de bi belavkirina belavokan bidawî bû.    Standa ku li Parka Hunerê ya girêdayê Şaredariya Rêya Armûşê hat vekirin, pankartên “Em ê her derê bikin KURDÎGEH her der Kurdî her dem Kurdî”, “Azadiya Kurdî azadiya civakê ye” û “Statû ya Kurdî perwerdehiya Kurdî” hatin daliqandin.   Bernameya 6 rojan berdewam kir bi coşek mezin bidawî bû. Seranserê bernameyê pirtûkên Kurdî û rojnameya Azadiya Welat hat firotin.   Piştre bi pêşengiya KURDÎGEH’ê û tevlibûna rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedaran ji bo meşa sibê belavok hatin belavkirin û banga tevlibûnê hat kirin.