Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 15’ê Gulanê pîroz kir 2026-05-15 14:07:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir û got: "Zimanê Kurdî ne tenê amûra axaftinê ye; ew dîrok, nasnameya neteweyî û ruhê gelê Kurd e."   Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir.   Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:   "Em weke Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê Roja Zimanê Kurdî bi dilsozî û rêzdariyeke mezin pîroz dikin.   Zimanê Kurdî ne tenê amûra axaftinê ye; ew dîrok, nasnameya neteweyî û ruhê gelê Kurd e. Her peyv, her stran û her gotinên vî zimanî, şopa berxwedan û hebûna gelekî kevnar di xwe de dihewînin.   Bi taybetî em li hemberî dayikên Kurd bi rêzdarî bejna xwe ditewînin ku dayikên Kurd di şert û mercên herî dijwar de, zimanê dayikê ji nifşekê bo nifşeke din veguhastine û bi dengê loriyan, çîrokan û stranên xwe hebûna neteweyî parastine. Ger îro zimanê Kurdî hîn dijî û tê axaftin, ev yek bi fedakariya wan jin û dayikan pêk hatiye.   Gelê Kurd di dîrokê de ji bo parastina zimanê xwe bedelên giran daye. Ji qada wêjeyê heta têkoşîna maf û azadiyê, gelek nivîskar, mamoste, hunermend û çalakvan ji bo fermîbûna zimanê Kurdî û qebûlkirina wê wekî mafek bingehîn têkoşiyane.   Li Bakurê Kurdistanê hîn daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî berdewam e; li Rojavayê Kurdistanê jî, her çend bi salan e di dibistanan de bi zimanê Kurdî ders tên dayîn, hîn jî di destûra bingehîn de wekî zimanekî fermî nehatiye qebûlkirin. Li Rojhilate kurdistane heman gef û zilma li ser zimanê Kurdî didome û polîtîkayeke nepenî ya bişaftinê tê sepandin.   Rojname û medyayên Kurdî hîn ji ber zimanê Kurdî rastî astengî û zordestiyê tên, ev jî bûye sedem ku ziman wek hêzeke bingehîn ya hebûnê were dîtin û berxwedanê zêdetir bike.   Di vê têkoşînê de jin, dayik û hemû beşên civaka Kurd roleke pêşeng lîstine. Ji ber vê yekê, parastina zimanê Kurdî ne tenê berpirsiyariya kesekî an komekê ye; ew berpirsiyariya me hemûyan e. Heta ku zimanê Kurdî bijî, dîrok, çand û hebûna gelê Kurd jî wê bijî.   Em careke din bejna xwe li ber her Kurdî ditewînin ku di rêya parastin û jîndarkirina zimanê Kurdî de can dane, ked dane û hê jî tevî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe didin. Û em dibêjin ziman bingeha hebûnê ye, ji bo parastina û berdewamkirina hebûna xwe bi zimanê, bi Kurdî li ber xwe bidin.   Roja Zimanê Kurdî Pîroz Be!"