Hejmara nû ya Kovara Jinê derket 2026-05-17 09:38:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 168'emîn a Kovara Jinê bi sernavê  'Ji Rizgariya Jinan Ber Bi Civakeke Demokratîk ve' hate weşandin.   Hejmara 168'emîn a Kovara Jinê azadiya jinan wekî bingeha sosyalîzmê nîşan dide û li ser têkiliya di navbera têkoşîna dîrokî ya jinan û avakirina civaka sosyalîst de disekine.   Sernavên hejmara nû wiha ne:   *Rêya sîstemeke sosyalîst ji azadiya jinê derbas dibe / Sebahat Tuncel   *Di tecrubeyên sosyalîst de azadiya jinan / Îlknur Birol   *Li dijî pergela cîhaneke nû kuvarkê matsutake / Aylin Karakaş   *Şoreşa mayenda ya di dilê jinan de / Deniz Derinyol   *Cangoriyên gulanê: Baxçeyê gulan ê ji rengê sor / Şadiye Manap