Hejmara 173'yemîn a Kovara Jinê derket 2026-06-21 10:49:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 173'yemîn a Kovara Jinê bi sernavê "Destkeftiyên Jinan Ne Mijara Bazarê ne !" hate weşandin.   Hejmara 173'yemîn a Kovara Jinê li ser destwerdanên heyî yên ku mafên jinan ên bi zehmetî hatine bidestxistin hedef digirin, balê dikişîne ser pakêtên reforma dadwerî, nîqaşên nafakayê, polîtîkayên malbatê û otorîterîzmê. Jinan di vê hejmarê de bal birine ser polîtîkayên ku ewlehiya aborî ya jinan, mafên hemwelatîbûna wekhev, mafê jiyanê û cihê wan a di bîra civakî de dibin hedef.    Hemû mijarên di hejmara nû de ev in:   *Hûn nikarin bi pakêtên xespê zincîrê biavêjin îradeya me ! / Halide Turkoglu   *Îktidara otorîter dibe di destpêkê de mafên bingehîn ên jinan dike hedef  / Reyhan Yalçindag    *Malbat an jin ? / Canan Gullu   *Ne nafakaya xizaniyê, ewlehiya aborî ya li gor mirovan  / Sakine Esen Yilmaz   *Em nafakayê jî jiyanê jî diparêzin  / Newroz Uysal   *Di rastiya mêtingehê de Dêrsim /  Şukran Demir