HERANA: Di mehekê de 12 jin li Îranê hatin qetilkirin 2026-06-23 16:29:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya HERANA ragihand ku di meha Hezîranê de 12 jin li Îranê ji aliyê hevjînên xwe ve hatine qetilkirin û her diçe tundiya li ser jinan zêdetir dibin.   Saziya HERANA têkildarî tundiya û qetilkirina jinan a li Îranê daxuyaniyek da.   Li gorî daxuyaniyê di meha Hezîranê de 12 jin hatine qetilkirin.   Her wiha di dewama daxuyaniyê de bal kişandiye ser tundiya bê navber ya li ser jinê tê kirin.   Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku qetilkirina jinan ji aliyê hevjînên wan ve hatine kirin.   Hate ragihandin ku piranî jin li bajarê Kerec û Damawend hatine qetilkirin.