Ji ber germaya havînê xebatên avdanê têne kirin 2026-07-03 12:30:36   AMED - Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê, ji bo parastina xwezayê, zêdekirina qadên şîn û kêmkirina bandora neyînî ya germahiya havînê, tîmeke gerok a avdanê ava kir. Ekîbên şaredariyê bi şev û roj dixebitin da ku rengê şînahiya navçeyê biparêzin.   Bi 6 wesayît û 12 karmendan xebateke bênavber   Ji bo ku qadên şîn û nebatên li navçeyê ji ber germahiya zêde ya mehên havînê hişk nebin, Şaredariya Peyasê li gor plana avdanê ya pergalî dest bi xebatan kir û li seranserê navçeyê bernameyeke avdanê ya birêkûpêk tê meşandin. Xebat bi alîkariya 6 wesayîtên avdanê û 12 xebatkaran bi rêve diçin. Ekîbên gerok her roj bi awayekî plansazkirî serdana 40 nuqteyên cuda yên navçeyê dikin û nehêlin ku tîna havînê zirarê bide şînahiya xwezayê.   Nebat di seraya şaredariyê de tên mezinkirin   Derbarê xebata kut ê meşandin, Gerînendetiya Park û baxçeyan daxuyanek da û got:“Armanca sereke ya van xebatan ew e ku bandora neyînî ya mercên hewayê ya dijwar li ser qadên şîn were kêmkirin û hawirdoreke hênik û tendurist ji bo welatiyan were afirandin.”   Şaredariya Peyasê jî diyar kir ku ne tenê qadên heyî diparêze, di heman demê de ji bo bedewkirina qadên şîn gul, kulîlk û nebatên ku li Qada Sera û Terhikan a şaredariyê bi destê pisporan tên çandin û mezinkirin, li kolan, park û qadên giştî yên bajêr têne çandin.   Şaredarî ji bo avakirina “Peyaseke Hêşin” û ekolojik, projeyên xwe yên jîngehparêziyê bêyî rawestan didomîne.