Li girtîgeha Qerçekê tundiya sîstematîk a li dijî jinan berdewam dike 2026-07-03 15:33:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li girtîgeha Qerçekê ya li Weramînê girtiyên jin di şert û mercên giran ên xirabûna tenduristî û dermirovî de dijîn; rêxistinên mafên mirovan û malbat daxwaza çareseriyeke lezgîn dikin.   Ji ber xerabûna şert û mercên mirovî, rexneyên hiqûqnas û saziyên mafên mirovan li dijî girtîgeha Qerçekê ya li Weramînê zêdetir dibin. Girtiyên jin ji ber qerebalixiyê, kêmbûna lênêrîna tenduristiyê û binpêkirinên dubare bêzar in. Vê rewşê girtîgehê dike mînakeke berbiçav a nebûna pîvanên navneteweyî di muamelekirina bi girtiyan re.   Girtiya siyasî ya berê Mehnaz Terah, bi daxuyaniyeke nû li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Instagramê, careke din bal kişand ser rewşa girtîgeha Qerçekê ya li Weramînê. Mehnaz Terah diyar kir ku girtîgeh ne tenê navendeke girtinê ye, ‘dojehek e’ ji hêla Komara Îslamî ve bi taybetî ji bo jinan hatiye sêwirandin.   Girtîgeh bûye cihê rûreşî û tundiya sîstematîk   Mehnaz Terah destnîşan kir ku girtîgeh bûye cihê rûreşî û tundiya sîstematîk a li dijî jinan, da zanîn ku bi şert û mercên li ser girtiyên jin hatine ferzkirin, armanc dikin rûmeta wan bişkînin û wan ji wateya jiyan û hêviyê bêpar bikin.   Di salên dawî de, girtîgeha Qerçekê ya li Weramînê ji ber şert û mercên ne guncav, kêmbûna navendên tenduristî û tibî, qerebalixiya zêde û xwarina xirab, gelek caran rastî rexneyên rêxistinên mafên mirovan û malbatên girtiyan hat. Ji ber gelek raporên li ser binpêkirina mafên girtiyan, çalakvanên mafên mirovan banga başkirina rewşa vê girtîgehê û sepandina pîvanên navneteweyî di muamelekirina bi girtiyên jin re dikin.   Daxuyaniyên dawî yên Mehnaz Terah piştî pêleka nû ya rexneyên li ser girtîgeha Qerçekê û şert û mercên dijwar ên ku girtiyên jin tê de dijîn, hatin ragihandin.