Çeteyan bi darêzorê tiryak dan kêşandin 2026-07-10 12:25:37   Şehrîban Aslan Rozerîn Gultekîn   AMED - Dayika bi navê N. ku diyarkir li lîseyek Amedê bi darê zorê tiryak bi zaroka wê dane kêşandin, tişta hat serê wê vegot.   Li Kurdistanê di çarçoveya şerê taybet ku tê meşandin de her roj bikaranîna tiryak û kêşandina nava tora laşfroşiyê zêde dibe û li gel vê jî dewlet gaveke ji bo astengkirinê navêje.  Amed yek ji wan bajaran e ku rêbazên şerê taybet bi giranî lê têne bikaranîn û polîtîkayên bêcezatiyê serdest in.   Dayika bi navê N. a xwendekareke lîseyê li Amedê, ragihand ku hevalên li derdora keça wê têkiliya wan bi çeteyeke tiryakfiroş re heye û hewl tê dayîn ku keça wê bi zorê tevlî wê çeteyê bibe. Dayika bi navê N. tiştên ku ji 23'ê Hezîranê vir ve jiyaye ji ajansa me re vegot.   'Tevli tiryak kêşan bûye'   N. destnîşan kir ku keça wê xwendekareke lîseyê ye û dîtiye ku guhertinên di tevgerên wê de her ku diçe zêde dibin û rave kir ku wê ew li dibistanê qeyd kiriye da ku ew bikaribe bixwîne û perwerdehiyek baş bigire. N. got, "Pirsgirêk bi mezinan û kesên ku ciwanan dikişînin vê rêyê re ye. Hawêra ku keça min lê ye ne ewle ye. Dema ku li dibistanê bû, hevaleke wê ya jin hebû ku keça min bi xortê heskiriyê wê bû re daye nasîn. Keça min jî ew mêr wekî  birayekî mezin dît. Ew û derdora wî tiryak kêş in. Wan hewl da ne ku keça min jî alkolê vexwe, lê wê red kiriye."   'Wan li keça min kêşandina tiryakê ferz kirine’   N, di berdewamiya vegotina xwe de got: "Piştre, hevala keça min, ew vexwendiye çayxaneyeke bi navê ‘Site’ li taxa Şehitlikê. Çar mêran li çayxaneyê nêzîkî wan bûne. Keça min nexwestiye li wir bimîne; dema ku xwestiye derkeve, wan çar mêran  li wir gotine bila neçin û îdia kirine ku polîs li wan digere û eger hevalên wan ên keç bi wan re bin, polîs dê mudaxeleyî wan neke. Dema keçan gotine ku ew van her çar zilaman nas nakin û naxwazin bi wan re biçin, zilamê ku jê re digotin ‘birayê mezin’  bi wan re diçe. Ew siwarî taksiyê bûn û li nêzîkî  Apartmana Yıldızê ya li Kolana Güneyê ku berê wekî ‘Kolana Televizyonê’ dihat naskirin li Bulvara Melikahmetê peya bûne. Dema keça min xwestiye vegere malê, wê koma pênc kesî hevala wê û ew çar mêr bi israr ew birine qatekî apartmanê yê herî jor. Xwediyê xanî jî di nav vî karî de bûye. Piştre, hevala wê li odeyekê maye, lê wan keça min bi darêzorê birine hundir û ew neçar kirine ku tiryakê bikişîne. Keça min pir ditirsiyaye û ji bo alîkariyê qîriyaye. Ji ber ku ew avahiyeke apartmanê ya malbatan bûye, mirovan dengê keça min bihîstine û agahî dane polîsan."   ‘Min dît ku keça min ne li ser hişê xwe ye’   N. diyar kir ku, piştî bihîstina qîrînên keça min, xwediyê xanî gotiye ku bila dakeve yan na wê serê me bike belayê.  N'yê got: "Gava keça min dadikeve xwarê, dest bi revê dike. Ji ber ku mal nêzî me bûye cîran wê nas dikin û agahî dan min.  Ez çûm cem keça xwe û min dît ku ew ne li ser hişê xwe ye û bang li hevalekî xwe dike ku qet li wir nebû. Dema min rewşa wê dît, min fêm kir ku ew neçar hatiyehiştin ku tiryakê bikişîne."   'Zarokên biçûk neçar dikin ku vî karî bikin'   N. diyar kir ku piştî sibehê ji keça xwe û hevala keça xwe ji bûyerê agahdar bûye, ew çûye qehwexaneya herêmî û hebûna zarokên biçûk li wir dîtiye. N. destnîşan kir ku zilamekî li qehwexaneyê  ku zarokan jê re digotin "birayê mezin" - gef lê xwariye û got, "Zarokê ku min nas dikir, digel zarokekî din, bi çekek li ser xwenêzîkî min bû. Min ew nas kir û dema ku min ew nas kir, ew li dijî min derket û hewl da ku çekê derxe. Piştre, ez bi polîsan re çûm mala ku keça min lê dima. Ji me re gotin ku kes li malê tune ye, lê xwediyê malê bi rastî di hundur de bû. Ji ber ku fermana lêgerînê ji dozgeriyê tune bû, polîs nekaribûn bikevin hundir da ku lêgerînê bikin. Dema ku her du kurên min ji rewşê agahdar bûn, ew çûn ku komê bibînin û çeteyan kemîn li hemberî wan danî. Gava ku her du kurên min gihîştin, bi çekan êrîşî wan kirin û bi giranî birîndar bûn.  Dibû ku di rojekê de 3 zarikên min jiyana xwe ji dest bidin."   Piştre N. bangî hemû malbatan kir û got:   "Divê hemû malbat li zarokên xwe xwedî derkevin. Zarok ne sûcdar in; ew neçar dibin ku tevlî çeteyan bibin. Zarok dibin qurbanên mezinan. Ez dixwazim her kesê ku di vê yekê de beşdar e were girtin. Dema ku hûn li kolanên Amedê  dimeşin, hûn dikarin bi hêsanî bêhna tiryakê hîs bikin. Temenê bikaranîna tiryakê daketiye neh salan. Divê her kes li zarokên xwe xwedî derkeve û bala xwe bide derdora hevalên wan. Mînak,  Tiryak li kolan û avahiyên terikandî yên taxa Alîpaşa têne firotin. Li wir her cûre çalakiyên neqanûnî diqewimin. Divê malbat bêdeng nemînin; divê ew dengê xwe bilind bikin. Tiştê ku îro bi serê min hat, sibê dikare bi serê kesekî din jî were."   Her wiha, zarokê ku zarokên din neçarî tiryakê kirine û yê ku zarokên N.'yê kirine kemînê jî niha hatine girtin.